-
Di xwepêşandana Şêladizê de ji xwepêşander û polîsan 6 kes birîndar bûn
Hezîran 21, 2020 04:34Li navenda nehyeya Şêladizê ser bi qezaya Amêdî ya Duhokê dijî bombebaran û êrîşên Tirkiyê xwepêşandanek hat kirin û heta niha ji xwepêşander û polîsan 6 kes bi kevir û tengenefesiya ji ber gaza îsot û hêstrêjê birîndar bûne.
-
Xwepêşandana li Şêladizê li dijî êrişên Tirkiyê didome
Hezîran 21, 2020 04:33Xwepêşandana welatiyên Şêladizê ya li dijî êrîş û kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê didome. Welatiyên hewl didin ber bi baregehên dewleta Tirkiyê ve biçin ku rastî mudaxeleya polîsê Herêma Kurdistanê tên, rageşiya di navbera welatiyan û polîs de didome. Hat ragihandin ku ji bo girtina pêşiya xwepêşanderan hêzeke zêde şandine navça Şêladizê dikin.
-
Welatiyên Qeladizê êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakura Iraqê protesto kirin
Hezîran 21, 2020 04:08Welatiyên navçeya Qeladizê ya ser îdareya Raperîn li dijî êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê xwepêşandên protestoyê li dar xistin.
-
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî gihîşte Bexdayê
Hezîran 20, 2020 12:21Serokê Herêma Kurdistanê di serê desteyeka bilind da bi mebesta gotûbêja digel rayedarên dewleta navendî ya Iraqê derbarê pişk û para bûdceya Herêmê, çû Bexdayê.
-
Gelê parêzgeha Dihokê dijî êrîşên Tirkiyê xwenîşandanek li dar xistin
Hezîran 20, 2020 12:20Şêniyên navçeya Şeladizê ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê wek berteka li hemberî êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ser Herêmê û kuştina 5 welatiyên sivîl ên vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin; Lê ev xwenîşandan tûşî astengiya hêzên ewlehiyê bû.
-
Nûnerî Hevpeymaniya Fethê: "Nakokiya Partiya Dêmokrat û PKK'ê sedema bêdengiya Hewlêr û Hêza Pêşmerge li hemberî êrîşên Tirkiyê ye"
Hezîran 20, 2020 04:00Nûnerekî Parlimana Iraqê nakokiya navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistana nIraqê û PKKê ji ber bêdengiya Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge li hemberî ddestdirêjiyên vê dawiyê yên Tirkiyê da zanîn.
-
Herêma Kurdistanê: 5 welatî ji ber êrîşa asimanî ya Tirkiyê hatin kuştin
Hezîran 20, 2020 03:43Jetên şer ên F-16 yên Tikriyê gundê Sida yê Şeladizê bombebaran kirin. Di êrîşê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.
-
224 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Vîrusa Korona bûn
Hezîran 19, 2020 18:16224 kesên din li Herêma Kurdistana Iraqê tûşî Vîrusa Korona bûn.
-
Di encama bombebarana balafirên Tirkiyê ser Şêladizê de 5 sivîl hatin kuştin
Hezîran 19, 2020 17:03Di encama bombebarana balafirên cengî yên Tirkiyê de li sînorê herdu nahiyeyên Şêladizê û Kanî Masê 5 hemwelatinên sivîl hatin kuştin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kiriye ku di bombebarana firokeyên wan de 3 kesan canê xwe ji dest dane û ew 3 kes endamên PKKê bûne.
-
Rêxistina War a ji bo Parastina Jîngehê: 'Ji ber êrîşan ziyaneke zêde gihiştiye jîngehê'
Hezîran 19, 2020 10:58Rêxistina War a ji bo Parastina Jîngehê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji ber bomberdûmanê jîngeha Herêma Kurdistanê rastî ziyaneke zêde hatiye.