Herêma Kurdistanê: 5 welatî ji ber êrîşa asimanî ya Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316969-herêma_kurdistanê_5_welatî_ji_ber_êrîşa_asimanî_ya_tirkiyê_hatin_kuştin
Jetên şer ên F-16 yên Tikriyê gundê Sida yê Şeladizê bombebaran kirin. Di êrîşê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2020 03:43 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê: 5 welatî ji ber êrîşa asimanî ya Tirkiyê hatin kuştin

Jetên şer ên F-16 yên Tikriyê gundê Sida yê Şeladizê bombebaran kirin. Di êrîşê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) yên ku bênavber ji Amedê radibin duh dîsa sînor derbas kirin û saet di 11.00'an de Gundê Rêkan a Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê li Herêma Kurdistanê wesayîtên welatiyan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de ji eşîra Rekanî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 3 welatîyan li cihê bûyerê û 2 welatî jî li Nexweşxaneya Şeladizê jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de 2 maşîne jî bûn hedefa bombeyan. Navê welatiyên jiyana xwe ji dest dane ên hat ragihandin Newzat Mustafa, İslam û Demokrat Omer e. 2 kesên din navê wan nehat ragihandin.