Welatiyên Qeladizê êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakura Iraqê protesto kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317001-welatiyên_qeladizê_êrîşên_dewleta_tirkiyê_ser_bakura_iraqê_protesto_kirin
Welatiyên navçeya Qeladizê ya ser îdareya Raperîn li dijî êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê xwepêşandên protestoyê li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2020 04:08 Asia/Tehran
  • Welatiyên Qeladizê êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakura Iraqê protesto kirin

Welatiyên navçeya Qeladizê ya ser îdareya Raperîn li dijî êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê xwepêşandên protestoyê li dar xistin.

Welatiyên Qeladizê yên li bazara navçê kom bûn, êrîş û kuştina xelkê sivîl ên navçê bi destê dewleta Tirkiyê protesto kirin.

Di dawiya xwepêşandanê de li ser navê Komîteya Amadekar a Xwepêşandanê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniya ji aliyê Şemal Ehmed ve hat xwendin de, êrîş û kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirkiyê hat şermezarkirin û ev bang hate kirin, “Pêwîst e xelk û aliyên Herêma Kurdistanê xaka vê herêmê biparêzin. Rê nedin destketiyên xelkê Herêma Kurdistanê û xwîna şehîdên wê vala biçe.”

Di dawiyê de jî ji bo malbatên kesên di êrîşên dewleta Tirkiyê de li Şêladizê canê xwe ji dest dane sersaxî hat xwestin.