Şandeya artêşa Iraqê serdana Behdînanê kir
Hezîran 22, 2020 16:48 Asia/Tehran
Bi armanca lêkolînkirina êrîş û desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê şandeyeke artêşa Iraqê serdana Behdînanê kir.
Şandeya artêşa Iraqê ya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Pasevanên Sînor Ferîq Rûken Hemîd Ebdullah bi armanca lêkolînkirina êrîş û desdirêjiyên dewleta Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê, serdana Behdînanê kir.
Şandeya Iraqê ya ligel şandeya Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê têkildarî mijarê kom bû, li çend deverên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibûn bombekirin jî lêkolîn kir.
Hat diyarkirin ku wê şande têkildarî lêkolînên xwe raporekê amade bike û pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî bike.