Nêçîrvan Barzanî ji Iraqê xwest ku hemû pirsgirêk werin çareser kirin
Ofîsa serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Iraqê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Li gorî daxuyaniyê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyên Iraqê xwestiye ku hemû pirsgirêk li ser bingehê destûra bingehîn werin çareser kirin û herêm ji bo vê amade ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh serdana Iraqê kir. Barzanî bi serokwezîr, serokkomarê û serokê parlemana Iraqê re civiya. Barzanî duh vegeriya Hewlêrê.
Piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê dawî bû, ofîsa ragihandina serokatiya herêmê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Li gorî daxuyaniyê, Barzanî di civînên xwe de ji bo rayedarên Iraqê gotiye; “Niha dema wê hatiye ku em bigihên têgihiştinek hevbeş û çareseriyek hertimî ya pirsgirêkan. Ji ber ku her dû alî xwedî çarenûsekin. Pirsgirêka Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêka hemû Iraqiyan e. “
Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî amadetiya Herêma Kurdistan ya ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên bi Iraqê re, li ser bingehê destûra bingehîn û berçavgirina sîstema federaltiyê, nîşan daye.