-
Şandeke Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihişte Hewlêrê
Hezîran 19, 2022 05:25Şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasiyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.
-
Berpirsekî Iraqî: %90ê ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê nayê ragihandin
Hezîran 19, 2022 06:32Endamekî Hevpeymaniya Fetih ragihand ku beşeke mezin ji ziyanên êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê nayê ragihandin
-
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê êrişên Tirkiyê li Iraqê rexne kirin
Hezîran 18, 2022 16:56Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê êrişên Artêşa dagirker a Tirkiyê yên li bakurê Iraqê û kuştina xelkê sivîl rexne kirin.
-
Zaxarova: Pêwendîyên me yên berfireh bi Hewlêr û Bexdayê re hene
Hezîran 18, 2022 12:40Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova ragihand, gotûbêjên wan ên siyasî yên li ser astên cuda bi Hewlêr û Bexdayê re dewam dikin û ew ê pêwendiyên xwe hîn zêdetir bi pêş ve bibin.
-
Artêşa dagirkera a Tirkiyê li Amêdiyê gulle li gundiyan reşand û 2 jin birîndar kirin
Hezîran 18, 2022 06:13Îro danê êvarê hêzên artêşa Tirkiyê a dagirker gundê Kêste yê navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê gulle li gundiyan reşandin. Li gorî muxtarê gund 2 jin birîndar bûne û ew rakirine nexweşxanê.
-
Şandeke Herêma Kurdistana Iraqê gihîşte Enqereyê
Hezîran 17, 2022 15:03Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi mebesta civîna ligel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqereyê.
-
Li Balekayetîyê cotkar berhemên Havînî bi ava befrê av didin
Hezîran 17, 2022 07:16Cotyarên devera Balekayetîyê ava befrê vala naberdin, salane bi hezaran donim zevî li ber diçînin, berhemên şînkatî, bamya, xiyar, bacanên sor û bacanên reş bi vê ava befrê av didin û berhem tînin. Ji ber paqijiya xaka wê ti madeyek kimyawî ji bo gihandina berheman nayê bikaranîn.
-
Du weletiyên sivîl li Zaxoyê ji ber êrîşa Tirkiyê birîndar bûn
Hezîran 16, 2022 04:04Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê gundê Perex ê navçeya Derkar a girêdayî Zaxoyê li Herêma Kurdistana Iraqê topbaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
-
Li Hewlêrê dronek li stûneke înternetê ket û kete xwarê
Hezîran 15, 2022 18:32Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, dronek li nêzîk qezaya Enkawe ya ser bi Hewlêrê ve ket xwarê.
-
Tevgera Nifşê Nû: Em tevli ti civînek li ser hilbijartinê nabin
Hezîran 13, 2022 04:50Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn, ragihand partiya wan tevli ti civînek taybet li ser hilbijartinê nabin. Wî her wiha diyar kir tenê daxwaza wan ew e ku komisyonek serbixwe hebe û bêy merc hilbijartina Parlementoya Herêmê di dema xwe de were lidarxistin.