Berpirsekî Iraqî: %90ê ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê nayê ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334686-berpirsekî_iraqî_90ê_ziyanên_êrişên_tirkiyê_bo_ser_herêma_kurdistanê_nayê_ragihandin
Endamekî Hevpeymaniya Fetih ragihand ku beşeke mezin ji ziyanên êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê nayê ragihandin
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2022 06:32 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Iraqî: %90ê ziyanên êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê nayê ragihandin

Endamekî Hevpeymaniya Fetih ragihand ku beşeke mezin ji ziyanên êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê nayê ragihandin

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan ya ISNA`yê, "Udey Ebdulhadî" yek ji rêberên hevpeymaniya Fetih ragihand ku %90 ji ziyanên êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê nayên ragihandin.

Ebdulhadî amaje bi avakirina kamp û baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî kir û got, ji sala 2003an ve Tirkiyê bi dehan gundên kurdan wêran kirine û bi hezaran malbat koçber bûne.

Endamê hevpeymaniya El Fetih li Iraqê ragihand ku heta niha zanyariyên derbarê van kiryarên Tirkiyê di medyayê de nehatine belavkirin û fişar hene ku ev agahî dernekevin û neyên ragihandin û ev hemû jî di berjewendiya hinek partiyên Herêma Kurdistanî de ne.

Operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê di demekê de ye, ku hikûmet û tevgerên siyasî yên Iraqê bi tundî li dijî hebûna leşkerî ya Enqerê li bakurê Iraqê ne û dibêjin, êrişên balafirên Tirkiyê yên berdewam serweriya wî welatî binpê dike. Di vê rewşê de PDKê xwe li hemberî van kiryar û êrişên dewleta Tirkiyê bê deng kiriye û xwe bi rêketinnamên siyasî û aborî yên xwe û hikûmeta Tirkiyê mijûl kiriye.