Şandeke Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihişte Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334692-Şandeke_wezaretên_berevanî_û_navxwe_yên_iraqê_gihişte_hewlêrê
Şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasiyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Şandeke Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihişte Hewlêrê

Şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasiyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Ebdulxaliq Telet ji K24ê re ragihand, îro şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.

Şanda Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e şanda hevbeş ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û rayedarên payebilind ên ewlehî û serbazî yên li her du Wezaretên Navxwe û Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bicive.

Di van hevpeyvînan de dê hevkariya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi hêzên ewlehî û artêşa Iraqê re bi hûrî werin hilkolandin.