-
Muqteda Sedir ji gelê Necef û Kerbelayê xwest xwe ji şidet û pevçûnan dûr xin
Kanûn 01, 2019 05:58Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir şeva şemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ji gelê Necef û Kerbelayê xwest xwe ji şidet û pevçûnan dûr xin û di vî halî de pêşniyar kir ku serokwezîrê Iraqê yê nû bi dengê gel were bijartin.
-
Serokomarê Iraqê û parêzgarê Necef bûyerên li Necefê gotûbêj kirin
Kanûn 01, 2019 06:33Serokomarê Iraqê Berhem Salih û parêzgarê Necef Lewî Yasirî şeva borî li hevpeyvîna telefonî li ser bûyerên li Necefê û nearamiyên vî bajarî gotûbêj kirin.
-
16 kuştî û birîndar li encama teqînên li Kerkûkê
Tesrîn 30, 2019 16:07Çavkaniyên iraqî li bara qewimîna sê teqînan li bajarê Kerkûkê li bakurê vî welatî û kuştin û birîndarbûna 16 kesan agahî dan.
-
Civîna konseya ewlehiya neteweyî ya Iraqê bona hilkolandina îstifaya Ebdulmehdî
Tesrîn 30, 2019 15:11Li civîna îro ya Konseya Ewlehiya neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Adil Ebdulmehdî, mesela îstifaya wî ji posta serokwezîrtiyê hat hilkolandin.
-
Fermana girtina hin rayedarên pilebilind ên iraqî hat dayînê
Tesrîn 30, 2019 13:50Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku fermana girtina hejmarek ji wezîr, parlimanter û waliyên vî welatî bi tawana gendeliyê hat dayînê.
-
Rokêteke Katyoşayê li Navça Kesk a Bexdayê ket
Tesrîn 30, 2019 04:41Şeva buhurî rokêteke Katyoşayê li Navça Kesk a Bexdayê ket.
-
Xwenîşanderên Iraqî Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê dorpêç kirin
Tesrîn 29, 2019 15:23Kanala Sûmiriye Newsê ragihand: Xwenîşanderan Navenda Polîs ya parêzgeha Zîqarê li Iraqê dorpêç kirin û polîs ji kesayetiyên nasyar ên siyasî û olî yên bajêr xwestiye ku jibo pêşîlêgirtina ji zêdebûan kêşeyan û xwînrijandinê, navcîtiyê bikin.
-
Sîstanî: Divê bi zûtirîn demê qanûna Hilbijartinan were amadekirin
Tesrîn 29, 2019 13:41Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê şîeyan ragihand: Iraq rewşeka dijwar derbas dike û hêzên ewlehiyê nikarin canê welatiyan biparêzin. Wî her wiha got: "Merceyiyet piştevanê gelê Iraqê ye."
-
Hejmara kuştiyên nerazîtiyên Iraqê ji 400 kesî derbas bû
Tesrîn 29, 2019 13:21Reutersê ji zarê avkaniyên pizişkî û ewlehiyê ragihand ku hejmara kuştiyên iraqî ji destpêka xwenîşandana li Iraqê ji 400 kesî derbas bûye.
-
Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî nama îstîfayê dişîne meclîsê
Tesrîn 29, 2019 13:19Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, piştî xwepêşandanên ku gelek kesan jiyana xwe ji dest da û banga Muqdeta Sedir, diyar kir ku ewê nama îstîfayê bişîne parlemanê.