Serokomarê Iraqê û parêzgarê Necef bûyerên li Necefê gotûbêj kirin
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û parêzgarê Necef Lewî Yasirî şeva borî li hevpeyvîna telefonî li ser bûyerên li Necefê û nearamiyên vî bajarî gotûbêj kirin.
Parêzgarê Necef Serokomarê Iraqê derheq rewşa dawiyê ya bajarê Necefê û hewldana dezgehên ewlehiyê û çînûqatên xelkê bona girtina rê li ber fitneyê li bajarê Necefê agahdar kir.
Berhem Salih jî xebata li dijî Fitneyê pêwîst da zanîn û got: Riyên pêwîst ji bo rawestana li ber bûyerên tal li Necefê hatine berçav girtin û ev mesela li asteke jorîn tê şopandin.
Hin bajarên Iraqê ji wan bajarê Necefa eşref li van rojên dawiyê pir aloz û tevlîhev bûn.
Hin agahî û lêzanîn ketine destan ku ajawegêr li Iraqê ji nerizamendiyên gel ser xêra xwe îstifade dikin û vî welatî ber bi xirabkarî û fitneyê dibin. Piştî van xwenîşandan û aloziyan serokwezîrê Iraqê Adil EbdulMehdî du nama îstîfaya xwe radestî Meclisa Iraqê kir.