Civîna konseya ewlehiya neteweyî ya Iraqê bona hilkolandina îstifaya Ebdulmehdî
Li civîna îro ya Konseya Ewlehiya neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Adil Ebdulmehdî, mesela îstifaya wî ji posta serokwezîrtiyê hat hilkolandin.
Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê ku duh raghandibû dixweze îstifayê bike, îro li civîneke awarte ya konseya ewlehiya neteweyî ya welatê de hazir bû.
Li gor daxûyaniya dewleta Iraqê li c vê civînê mesela îstifaya serokwezîr û erkên dewletê bona pêşdebirina karûbarên rojane yên welêt li gor qanûna bingehîn piştî îstifayê hat hilkolandin.
Serokwezîrê Iraqê li civîna îro ya kabînê ser guhestina bi aşitî ya qawetê li nizama demokratîk teqez kir û got ku cihhatina berjewediyên gel, armancek e ku her tişt li hember wê bê nirx dibe.
Wî her wiha got ku dewletê hemî hewldana xwe bona dayîna bersiva xwestekên xwenîşanderan kir û pakêta reforman, bijartin û derxistina hin rayedaran,parvekirina erdên xelknişîn, reşnivîsa qanûnên giring mîna qanûna hilbijartinê, komîsyaryaya bilind a hilbijartinan, konseya xizmeta federal, dosiya postên bi wekalet, rêkûpêkkirina bûdca dewleta federal ji van hewldanan bûn.
Ebdulmehdî di dewamê de ji parlemanê xwest ku li civîna tê, rêçareyeka baş amade bike û ji endamên kabînê jî xwest ku heta dema damezrandina kabîna nû dewamê bidin xebata xwe.
Li gorî vê raporê, li civîna awarte ya îro ya kabînê îstifaya serokê nivîsgeha Ebdulmehdî û rêveberê giştî yê taxima dewletê hat qebûlkirin.