Fermana girtina hin rayedarên pilebilind ên iraqî hat dayînê
Berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku fermana girtina hejmarek ji wezîr, parlimanter û waliyên vî welatî bi tawana gendeliyê hat dayînê.
Li gorî rapora Kanala Meyadînê ya Lubnanê, Sed Hedîsî, berdevkê dewleta Iarqê îro şemiyê bi ragahndina vê nûçeyê destnîşan kir: Dadgeha taybet a gendeliyê ku bi hevahengiya navbera dezgehên dadwerî û kargêr pêk hatiye bi hikmekê bo komîteyên lêkolînê hemî parêzgehên Iraqê ji wan xwestiye fermana vexwendin, girtin û blokekirina dirav û heyîtiên kesên ku tawana gendeliyê li bara wan hatiye selmandin, bidin.
El-Hedîsî got: Li vê barê kar didome û hikmên din li çend rojên tê dê bên dayîn.
Eva li halekê ye ku Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja îniyê li daxûyaniyekê raghand ku ji ber rewşa heyî û bona girtina pêşiya dewama şîdetê ji parlemana Iraqê dixweze ku li bara pêkanîna dewletê biryarê bide.
Parlemana Iraqê îro şemiyê bona hilkolandina nerazîbûnan û dawîn alûgurên li vî welatî civîna awarte li dar dixe.