-
Dadgeha Fêdêral a Iraqê bersiva daxwaza Berhem Salih têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî da
Kanûn 22, 2019 10:34Dadgeha Fêdêral a Iraqê di bersiva daxwaza Serokomarê wî welatî Berhem Salih de têkildarî mezintirîn Fraksyona parlemanî pêgirî kir ku mezintirîn Fraksyona Parlemanê ew Fraksyona xwedîyê zêdetirîn kursîyan di yekemîn civîna Parlemanê da ye.
-
Helîkopteran li Xaneqînê li startgehên DAIŞ’ê xistin
Kanûn 22, 2019 09:30Li navçeya Xaneqînê helîkopterên ne nas startgehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Fermandarek pêşmergehan diyarkir ku ew nizanin helîkopter bi ser kîjan welatî ne.
-
DAIŞê li parêzgehên Selahedîn û Diyalê êriş kir: 5 kesan can dan
Kanûn 22, 2019 05:18Çeteyên DAIŞ’ê duh li parêzgeha Selahedînê ya bakura Iraqê li devera El-Sîniye ya bajarê Bîciyê û li parêzgeha Diyalê ya rojhilatê Iraqê li devre El-Seediye êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin.
-
Heşdi Şeibîyê li Dîyalê êrişî têrorîstan kir
Kanûn 21, 2019 16:11Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê ragihand ku opêrasîyonek jibo ramalîna deverên parêzgeha Dîyalê ji têrorîstên DAIŞ`î û veşartgehên wan lidar xist.
-
Nêzî 50 kesan xwe jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê kirine berbijar
Kanûn 21, 2019 15:09Endamekî Parlimana Iraqê ragihand ku 48 kesî daxwaz pêkêşî Berhem Salih Serokomarê Iraqê kirine ku tevlî rikeberîyên bidestxistina posta Serokwezîrtîya Iraqê bibin.
-
Ayetullah Sîstanî xwest ku hilbijartinên zûdem bên lidarxistinê
Kanûn 20, 2019 13:08Nunerê Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê di xutbeyên nimêja Înîyê ya Kerbelayê de pêgirî kir ku divê hilbijartinên zûdem piştî pejirandina qanûna nû ya hilbijartinan were lidarxistinê.
-
Desteya Destpakiyê ya Iraqê: Herêma Kurdistanê li bara binçavkirina gendelkaran hevkariyê nake
Kanûn 19, 2019 13:57Desteya Destpakiyê ya Iraqê ku xebata wê dijî gendeliyê ye ragihand ku Herêma Kurdistanê di vî warî de hevkariyê nake.
-
Meclisa Iraqê nekarî Qanûna Hilbijartinan bipejirîne
Kanûn 19, 2019 07:28Meclisa Iraqê tevî çend siet nîqaş û rawêjkarîya liser Qanûna Hilbijartinan ji ber nakokîya di navbera Parlimanteran a têkildarî xalên 15 û 16 nekarî ewê bipejirîne.
-
Hevpeymaniya Reform û Damezirandinê navê berendamê berendamê serokwezîrtiyê ji serokomêr ra dişîne
Kanûn 18, 2019 13:37Çavkaniyekê li Parlimana Iraqê ragihand ku Hevpeymaniya Reform û Damezirandinê Qosey Suheyl wezîrê Perwedrehiya Bilind bo cîgeha serokwezîrtiyê kiriye berendam û îro navê wî sa Berhem Salih ra deşîne.
-
Berhem Salih naxwaze dewsthilatên serokwezîrê bigire ustiyê xwe
Kanûn 18, 2019 13:21Çavkaniyeke siyasî dibêje ku serokomarê Iraqê naxwaze ku desthilatên serokwezîrê vî welatî bigire ustiyê xwe.