Heşdi Şeibîyê li Dîyalê êrişî têrorîstan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311472-heşdi_Şeibîyê_li_dîyalê_êrişî_têrorîstan_kir
Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê ragihand ku opêrasîyonek jibo ramalîna deverên parêzgeha Dîyalê ji têrorîstên DAIŞ`î û veşartgehên wan lidar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2019 16:11 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibîyê li Dîyalê êrişî têrorîstan kir

Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê ragihand ku opêrasîyonek jibo ramalîna deverên parêzgeha Dîyalê ji têrorîstên DAIŞ`î û veşartgehên wan lidar xist.

Navenda Ragihandinê ya Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê ragihand ku çiqa 24 a hêzên Heşdi Şeibîyê bi piştgirîya hêza hewayî û topxana Artêşa Iraqê ew opêrasyona li bakura şarê Miqdadîyê li bakura rojhilata parêzgeha Dîyalê bi awayekî serketî lidar xistîye.

Hêzên iraqî di encama wê opêrasyonê de tevî jinavbirina 2 veşartgehên DAIŞ`ê hejmareke zêde ya çek û rextên mayî yên têrorîstên DAIŞ`ê jî zevt kirin. 

Piştî ku têrorîstên DAIŞ`ê Duşema hefteya buhurî êrişî parêzgeha Dîyalê kirin û di encamê de çend hêzên emnî hatin kuştinê, hêzên ewlehîyê yên Iraqê ji roja SÊşemê va opêrasyoneke berfire dijî DAIŞ`îyên mayî li wê deverê destpê kirine.