Nêzî 50 kesan xwe jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê kirine berbijar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311470-nêzî_50_kesan_xwe_jibo_posta_serokwezîrtîya_iraqê_kirine_berbijar
Endamekî Parlimana Iraqê ragihand ku 48 kesî daxwaz pêkêşî Berhem Salih Serokomarê Iraqê kirine ku tevlî rikeberîyên bidestxistina posta Serokwezîrtîya Iraqê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2019 15:09 Asia/Tehran
  • Nêzî 50 kesan xwe jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê kirine berbijar

Endamekî Parlimana Iraqê ragihand ku 48 kesî daxwaz pêkêşî Berhem Salih Serokomarê Iraqê kirine ku tevlî rikeberîyên bidestxistina posta Serokwezîrtîya Iraqê bibin.

Ebbas Etafî Parlimanterê Hevpeymanîya Binyatnanê di daxûyanîyekê de ragihand ku Berhem Salih Serokomarê Iraqê heta nika 48 daxwaznamên berbijarîya posta Serokwezîrtîyê wergirtine.

Wî herwiha got ku hinek ji wan kesan bi awayekî serbixwe daxwaz kirine û hindek jî ji hêla partîyan ve hatîne nasandinê û hinek jî berbijarê xwenîşander û nerazîyan in.

Ebbas Etafî herwiha got ku Kabîne weke kabîna karrêkxer bi saya wezaretxaneyan karên xwe didomîne heta dema ku kesek jibo posta Serokwezîrtîya Iraqê were bijartinê.

Parlimana Iraqê di destpêka Kanûnê de daxwaza wêdaçûna Adil Ebdulmehdî qebûl kir û ji wê demê va alîyên sîyasî û xwenîşanderan liser berbijarekî dewsa Ebdulmehdî lihev nekirine.