Desteya Destpakiyê ya Iraqê: Herêma Kurdistanê li bara binçavkirina gendelkaran hevkariyê nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311395-desteya_destpakiyê_ya_iraqê_herêma_kurdistanê_li_bara_binçavkirina_gendelkaran_hevkariyê_nake
Desteya Destpakiyê ya Iraqê ku xebata wê dijî gendeliyê ye ragihand ku Herêma Kurdistanê di vî warî de hevkariyê nake.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2019 13:57 Asia/Tehran
  • Desteya Destpakiyê ya Iraqê: Herêma Kurdistanê li bara binçavkirina gendelkaran hevkariyê nake

Desteya Destpakiyê ya Iraqê ku xebata wê dijî gendeliyê ye ragihand ku Herêma Kurdistanê di vî warî de hevkariyê nake.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Prees`ê, Çavkanîyekî li Desteya Destpakiyê ya Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a fermî ya vî welatî ango Ajansa Wa`ê ragihand; Niha hinek kesên mehkûmê gendelîyê li Herêma Kurdistanê hene ku gere bikevin zîndanê lê Hewlêr di warê girtina wan de hevkariyê nake.

Ligorî vê raporê, ser bingeha pişka çaran a xala 11-an a qanûna destpakiya Iraqê divê hevkariya tam di navbera taxima destpakiya Bexdayê û Hewlêrê da hebe û gor vê xalê çend navên gendelkar hene ku ji Hewlêrê hatiye xwestin wan radest bike lê Herêma Kurdistanê di vî warî da hevkariyê nake.