Meclisa Iraqê nekarî Qanûna Hilbijartinan bipejirîne
Meclisa Iraqê tevî çend siet nîqaş û rawêjkarîya liser Qanûna Hilbijartinan ji ber nakokîya di navbera Parlimanteran a têkildarî xalên 15 û 16 nekarî ewê bipejirîne.
Meclisa Iraqê duh danê êvarê civînek têkildarî pejirandina Qanûna Hilbijartinan lidar xist ku nîqaşên têkildarî wê 7 sietan berdewam bûn û di dawîyê de jî nekarî wê qanûnê ji ber nakokîya di navbera Parlimanteran a têkildarî xalên 15 û 16 de bipejirîne. Desteya Serokatîya Parlimana Iraqê jî biryar da ku roja Duşemê civîneke din jibo pejirandina Qanûna Hilbijartinan lidar bixe.
Yek ji wan 2 xalan derbarê pişka partîyên sîyasî di hilbijartinan de û ya din jî derbarê tekbazineyîbûn an çendbazineyîbûnê de ye.
Parlimanterên Kurd ji neyarên herîgirîng ên xalên 15 û 16 yên Qanûna Hilbijartinan bûn û di dengdana taybet bi wan de pişikdar nebûn lewma Desteya Serokatîya Parlimanê neçar ma jibo rawêjkarîyên zêdetir civînê bo roja Duşemê paşda bixe.
Mafnasên iraqî dibêjin ku ew 2 xalan weke ``rihê qanûna nû`` ne ku heke Parlimanter têkildarî wan lihev bikin, şansê kesên serbixwe jibo ku bikaribin bibin Parlimanter dê zêde bibe.