Helîkopteran li Xaneqînê li startgehên DAIŞ’ê xistin
Li navçeya Xaneqînê helîkopterên ne nas startgehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Fermandarek pêşmergehan diyarkir ku ew nizanin helîkopter bi ser kîjan welatî ne.
Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li derdora navçe, bajarok û gundên Kerkûkê dewam dikin. Duh bi şev 4 helîkopter li çemê Sîrwan, derdora gundên Îslah, Um Hunte, Şîrik û Qaye yên ku dikevin rojavayê navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyalayê, stargehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.
Yek ji fermandarê Lîwaya 5 ya Germiyanê Kemal Mehmûd li ser vê mijarê axivî û got; “Hîn jî em nizanin helîkopterên ku stargehên DAIŞ’ê bombebaran kirîn, li ser kîjan welatîne.”
Fermandarek din yê pêşmergeyan ku nexwest navê xwe bide got ku li çemê Sîrwan daristanek tarî heye û bûye cihê çeteyên DAIŞ’ê.