-
Dîtina Rêberê Înqilabê li bara reftara înqilabî ya meclisa şêwra Îslamî
Hezîran 05, 2016 10:13Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji nunerên dewra dehem a meclisa şêwra Îslamî ya Îranê xwest ku inqilabî reftarê bikin ji ber ku gefên dijminan û di serî de Emerîkayê tim didomin.
-
Bersiva Îranê li hemberî idiaya Amerîkayê li bara piştgiriya Têhranê ji têrorîsmê
Hezîran 05, 2016 07:56Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Sadiq Hisên Cabirî-Ensarî wek berteka li hemberî kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê ya xistina navê Îranê li rêza ewil a welatên piştgirê têrorîsmê daxûyaniyek da. Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Li rewşa ku hevpeyman û hevgirtiyên Amerîkayê li navçê de bi şêwazên curbicur alîkariya grûpên terorîstî yên wek DAIŞ`ê dikin, Îran li rêza yekim a şerê li dij terorîzmê li Sûriyê û Iraqê cih girtiye.
-
Amadekariya artêşa Iraqê jibo cihanîna opêrasyona dawiyê ya azadkirina Felûcê
Hezîran 05, 2016 06:19Li dewama opêrasyona azadkirina bajarê Felûcê li parêzgeha Enbar li rojavaya Iraqê, artêşa vî welatî duh behsa azadkirina du deverên girîng li bakûr û başûra vî bajarî kir.
-
Taybetmendiyên Îmamê rehmetî li gorî nêrîna rêberê giranqedr ê inqilabê
Hezîran 03, 2016 13:21îro gelê Îranê û hemî hogir û peyrewên rê û ramanên Îmam Xumeynî (Rehmetullah Eleyh) li 27-mîn salvegera rehleta Îmam, rêz ji vî kesayetê mezin girtin.
-
Têkşikandina çeperên DAIŞ`ê li sînorê Tirkiye û Sûriyê
Hezîran 02, 2016 13:41Hêzên kurd ên Sûriyê piştî 24 saetan ji destpêka êrîşa xwe li ser bajarê Minbicê li bakûrê Sûriyê ragihandin ku xetên parastinê yên DAIŞ`ê li vê navçeyê bi tamî têk birine û li çend rojên din da wê vî bajarî azad bikin.
-
Dewama ketina eskerên Tirkiyê nav axa Sûriyê
Hezîran 02, 2016 09:11Medyayên rojavayî behsa ketina eskerên artêşa Tirkiyê nav axa Sûriyê û bicihbûna wan li nêzîkî Eizaz û Efîrên dikin.
-
Lidarxistina civîna awarte ya parlimana Iraqê
May 31, 2016 16:23Li civîna awarte ya parlimana Iraqê mijarên ewlehî û aborî yên vî weltî hatin hilkolandin.
-
Vekirina navenda mezin a petroşîmiya rojavaya Îranê bi amadebûna serokomarê vî welatî
May 31, 2016 12:40Navenda pêtroşîmiya Mehabadê wek yekîneya pêşeyî ya herî mezin li rojavaya Îranê bi amadebûna serokê Komara islamî ya Îranê, hesen Rûhanî, bi awayê fermî hat vekirin.
-
Dîwarê navbir li ser sînorê Tirkiyê û Bolgaristanê
May 31, 2016 12:35Rayedarên Bolgaristanê bona ku pîşiya derbasbûna penaberan ji nav Tirkiyê bo nav welatê xwe bigre 35 kîlometr ji sînorê xwe tev Tirkiyê li navça Yembilê dîwar kişand.
-
Nerahetî û dilgiraniya Erdogan ji ber şikesta DAIŞ`ê
May 30, 2016 15:19Serokkomarê Tirkiyê li merasima salvegera dagîrkirina Stembolê bi destê tirkên Osmanî bal kişand ser qeyrana Sûriyê û welatên Rûsiye û Emerîka û Îran bi piştgiriya ji terorîzmê û kuştina zarokên sûrî tometbar kirin û ji wan welatan re got ku bi kuştina zarokan nikarin DAIŞê şikest bidin.