Dîwarê navbir li ser sînorê Tirkiyê û Bolgaristanê
Rayedarên Bolgaristanê bona ku pîşiya derbasbûna penaberan ji nav Tirkiyê bo nav welatê xwe bigre 35 kîlometr ji sînorê xwe tev Tirkiyê li navça Yembilê dîwar kişand.
Piştî ku riya sînorên Meqdûniyayê tev Yewnanistanê û paşê Sirbistan, Kurovatî, Slovinîya û Mecaristanê li ser penabran hate girtin , penabrên ku dil hen xwe bigehînin welatên bakûra Yeketiya Ewrûpa riyên din ên wekî Bolgaristan û Albanyayê girtin ber xwe.
Dewleta Bolgaristanê niha mijûlî kemilandina vê dîwarê li ser sînorê xwe tev Tirkiyê bitaybet li navçên Borgas, Yemîl û Xaskoyê ye ta ku bi tamî pîşiya ketina penaber û awareyên neqanûnî nav vî welatî bê girtin.
Rojnamên xwecî yên Bolgaristanê ragihandin;; Bo ewil car karbidestên vî welatî li sînorê xwe yê başûrî tev Yûnanê pîşiya 100 penaberên ku neqanûnî dil hebûn bikevine nav axa vî welatî bigrin û hişyarî daye kesên qaçaxçî ku dil hebûn van awareyan ji vê sînorê derbasî nav axa Bolgaristanê bike.
Boykû Borîsov serokwezîrê Bolgaristanê li vê barê da ragihand; Her penaberek 200 Yoro dide qaçaxçiyan ta ku wan bigehînin Meqdûniyê û ji ber ku Yûnanê sînorên xwe tev Meqdûniyê bi tamî girtine qaçaxçiyên mirovan penaberan dixwapînin û riyên din bona gihandina wan bo ewrûpa diceribînin.
Eva li halekê ye ku Mecaristanê jî bona ku pîşiya ketina penaberan bo nav vî welatî bigreh, teybîrên zave ewlehiyê berçav girtine.
Mecaristan ewil welat bû ku sînorên xwe li ser penaberan girê dan û pîşiya çûna wan penaberan ber bi bakûra Yeketiya Ewrûpa ji nav Sirbistan û Koruwasiyê girt.
hre li vê barê da Gyorgy Bakondî alîkarê wezîrê karên hundir yê Mecaristanê li karûbarên xebata dijî muhacireta ne qanûnî duh duşemê ragihand, vî welatî biryar girtiye li sînorên xwe tev Sirbistanê dîwarekî mezin çê bike ta ku pîşiya hatin-çûna penaberan bê girtin.
Mecaristanê ev biryara ji wê çaxê girt ku kempa penaberan li navça Idomeni li bakûra Yûnanê li hefta bihurî hate girêdan û gelek ji penaberan bi dû rrêçareyek digerin ta ku bi curekê ji Yûnan ber bi Ewrûpa herin.
Bakondi destnîşan kir; Hejmara penaberên ku bi curekî neqanûnî derbasî nav Mecaristanê dibin her roj zêdetir dibin û eger berê rojê 70 hetanî 90 penaber diketine nav axa Mecaristanê niha rojê 100 hetanî 150 kes ji riya neqanûnî dikevine nav axa Mecarsitanê û niha zêde ji 8200 penaberên ku li kempa Îdomeniyê da dijîn li bendê ne ku herine nav Meqdûniyê.
Mecaristan li destpêkê ji wan ji wan welatên sereke bû ku navenda sereke ya teranzîta wan penaberan bû ku dil hebûn herine rojavaya ewrûpa, lê vî welatî li Septambra sala 2015 dinavbera sînorên xwe û Sirbistanê da dîwarek kişand û li Oktobra sala 2015 jî dîwarek din dinavera sînorên xwe û Koriwasiyê da kişand ta ku pîşiya ketina penaberan bo nav vî welatî bigre.
Wezareta karûbarên hundir ya Sirbistanê jî duşemê li daxûyaniyekê da ragihand ku wan pîşiya ketina 44 penaberên neqanûnî ku dil hebûn bikevine nav vî welatî li bajarê sînorî yê Sobotîtsayê li nîzikiya Mecaristanê girtin .
Her niha xîncî Yewnanistanê nîzikî 500 penaber li Sirbistanê da dijîn û li hêviya çarenivîsa xwe ne û dewleta Bilgiradê jî kempên curbicur bo wan penabran çê kirine û hemû pêwîstiyên jiyanê bo wan amade kirine.
Biryara welatên Balkanê bona girtina deriyên xwe yên sînorî li ser penaberan piştî rêketina navbera Yeketiya Ewrûpa û Tirkiyê destpê bû, eva li halekê ye ku saziya doxtorên sînornenas ji Tirkiyê xwestine ku deriyên xwe li ser awarên Sûriyê ku li derûdora Helebê li benda filitîna ji vê wezyetê ne, veke.
Pablo Marko birêveberê navçeyî yê saziya doxtorên sînornenas roja duşemiyê got: Riya herî baş eva ye ku Tirkiye bona kutakirina kirîza penaberan sînorên xwe li ser awareyên sûrî yên ku ji ber şêr revîne veke.
Wî got: Rewşa awareyên sûrî gelekê nebaşe û pêwîste ku Tirkiye herî kêm 2 milyon û 700 hezar awareyên sûrî qebûl bike. Niha çend meh in ku dewleta Tirkiyê li bakûra Helebê sînorê xwe li ser awareyan girtiye û tenê carna dihêle ku nexweş derbasî vî welatî bibin.