Dewama ketina eskerên Tirkiyê nav axa Sûriyê
Medyayên rojavayî behsa ketina eskerên artêşa Tirkiyê nav axa Sûriyê û bicihbûna wan li nêzîkî Eizaz û Efîrên dikin.
Ehmed Erak yek ji rayedarên Partiya Yêketiya Kurdên Sûriyê (PYD) got: Bi sedan hêzên serbazî yên Tirkiyê ji sînorê Bab ul Selamê li devera Şehabê derbas bûn nav axa Sûriyê û li nêzîkî Mare û Eizazê bi cih bûne.
Li gorî gotina wî eskerên Tirkiyê li halê amadebûna bo êrişa ser Eizaz û mareyê ne. Deverên ku niha li wan di navbera Hêzên Sûriya Dêmokiratîk û têrorîstên DAIŞ`ê da şerekî giran heye.
Ehmed Erak di rewşekê da behsa dewama ketina hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê dike ku berî viya kanala nûçan a orinet`ê ser bi opozosiyona Sûriyê behsa pêşniyara Tirkiyê bo Amerîkayê jibo destwerdana leşkerî li Sûriyê kiribû.
Tê gotin ku Nuiman Kurtulmûş, alîkarê serokwezîr û berdevkê delweta Tirkiyê idia kiriye ku Enqerê jibo têkbirina DAIŞ`ê li deverên bakûra Sûriyê planeke leşkerî raberîWaşîngtonê kiriye.
Eva li halekî ye ku di esasê da ketina hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê piştî wê pêk hat ku van rojên dawiyê koma têrorîst a DAIŞ`ê li hemberî hêzên dewleta Sûriyê û hêzên kurd ên sûrî tûşî şikestê bûye.
Derbasbûna hêzên Tirkiyê nav kûratiya 700 mêtrî ya axa Sûriyê li bakûra Helebê û li nêzîkî gundê Himamê li derdora Efrînê di rastiyê da vê nêrîna komên kurd ên sûrî isbat dike ku Tirkiye ne bi armanca sekinîna li hemberî DAIŞ`ê tevlî vê mijarê dibe belkî armanca Enqerê girtina pêşiya têkçûna vê koma têrorîst e.
Di vê navberê da helbet pêşniyara Tirkiyê bo Amerîkayê jibo destwerdana leşkerî li Sûriyê bala derdorên siyasî kişandiye ser xwe. Li gorî bawera derdorên siyasî yên sûrî ev pêşniyara di rastiyê da jibo rewanîşandayîna bicihkirina hêzên vî welatî li axa Sûriyê ye.
Bicihkirina navê Tirkiyê li nav lîsta Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê tevî hemî piştgiriyên penî û nepenî yên Enqerê ji koma têrorîst a DAIŞ`ê û komên din ên neyar û çekdar ên dijberê dewleta Sûriyê hema di vê çarçovê da dikare bê nirxandin.
Helwêstên rayedarên Enqerê li bara ketina hêzên artêşa Tirkiyê nav axa Sûriyê ku li ser têkoşîna li dijî DAIŞ`ê disekinin, li rex gotinên serokomarê vî welatî ku dibêje welatên navçê û derveyî navçê bi kuştina gelê bê guneh nikarin DAIŞ`ê têk bibin, durûtiya Tirkiyê li hemberî alûgurên Sûriyê nîşan didin.
Çavdêr ser vê bawerê ne ku gotinên Erdogîn li warê hişyarkirina welatên piştgirê Esed serokomarê Sûriyê di rastiyê da bi armanca tawanbarnebûna ji aliyê DAIŞ`ê va li babeta piştgirînekirina ji vê komê û her wiha dilgiraniya ji liv û tevgerên DAIŞ`ê jibo birêxistina bêewlehîtiyê û êrişêntêrorîstî yên vê komê li axa Tirkiyê ne.
Ev rewşa li gorî dewama ketina hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê nîşan dide ku rêvebirên Tirkiyê berî ku bi dû bandordanîna ser alûgurên siyasî û muadileyên meydanî li Sûriyê bin, dilgiranê paşdamayîna ji karwanê welatên endamê Hevalbendiya Dijî DAIŞ`ê û ewlehiya Tirkiyê ne.
Hinek ser vê bawerê ne ku renge bikaribin ketina hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê jibo kontrolkirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li axa Sûriyê û girtina pêşiya derbasbûna hêên vê komê nav axa Tirkiyê piştî dewama şikestên vê dawiyê yên DAIŞ`ê li meydana şêrr binirxînin.