Têkşikandina çeperên DAIŞ`ê li sînorê Tirkiye û Sûriyê
Hêzên kurd ên Sûriyê piştî 24 saetan ji destpêka êrîşa xwe li ser bajarê Minbicê li bakûrê Sûriyê ragihandin ku xetên parastinê yên DAIŞ`ê li vê navçeyê bi tamî têk birine û li çend rojên din da wê vî bajarî azad bikin.
Bajarê Minbicê li bakûrê Sûriyê ji navendên herî girîng ên DAIŞ`ê û tenê riya peywendiya di navbera têrorîstan li Reqayê (paytexta xelafgeta xwebinavkirî ya DAIŞ`ê) û çeteyên vê komê li bakûrê Helebê ye. Bi azadkirina bajarê Menbecê, di pratîklê da peywendiya di navbera bi hezaran kes ji çeteyên DAIŞ`ê qut dibe û hejmareke zêde ya wan tên dorpêçkirin. Mîlîtanên `Hêzên Sûriya Dêmokratîk` anku HSD`yê ji berbanga kroja çarşemiyê, 1`ê Hezîrana 2016`an, êrîşeke berfireh ji bo azadkirina bajarê Minbicê û devrên din ên dagîrbûyî ji bo kontrola DAIŞ`ê li navçeyên nêzikî sînorê Tikriye û Sûriyê dest pê kirin.
Wezareta parastinê ya Amerîkayê ragiahnd ku zêdetir ji 18 êrîşên hewayî lio dijî navendên DAIŞ`ê li bajarê Minbicê pêk anîne. Êrîşa kurdan li ser deverên bin kontrola DAIŞ`ê li nêzikî sînorê Sûriyê, rayedarên Enqerê hêrs kiriye.
Rayedarên tirk bi caran hişiyarî dane ku bi ti awayê wê rê nedin ku kurd rojavaya Çemê Firatê bi dest bixin. Dewleta Enqerê ji wiya ditirse ku tenha beşa mayî ji sînorê wî welatî ligel Sûriyê bikeve destê kurdan û seranserî sînorê navbera du welatan da here bin kontrola kurdan.
Ji ber dewama cinayetên têrorîstên tekfîrî li Sûriyê rûniştiyên 2 bajarokên şîenişîn ên Fûe û Keferyayê li bakûrê rojavaya Sûriyê bi nîşanan nerazîtiya ji ber cinayetên çeteyan nameyek ji bo sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina neteweyên yekbûyî (NY) û nûnerê wê li karên Sûriyê, Stifan Dî Mîstûrayî, şandin.
Li vê nameyê hatiye nivîsîn ku zêdetir ji 25 hezar zarok, jin û kesên temendirêj li bakûrê rojavaya Sûriyê ji meha adara 2015`an va heta niha bi tamî ji aliyê têrorîtan va hatine dorpêçkirin.
Seketerê giştî yê NY ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê derbasî qonaxeke teze ya şerên xwe bûye û têda welatiyên sivîl ên zêdetir tên kuştin.
Ban Kî Mûn li rapora xwe ya herî teze ragihand ku pir muhtemel e opêrasiyonên koma têrorîstî ya DAIŞ`ê ketibe qonaxeke nû ku eva bibe sedema ziyana navendên neleşkerî û kuştina zêdetir a sivîlan li her derekî cîhanê.
Di heyama çend mehên buhurî da koma têrorîst a DAIŞ`ê bi êrîşên têrorîstî zêdetir ji 500 kesî li 11 welatan ji wan li Bêljîk, Misr, Fransa, Almanya, Tirkiye û Amerîkayê kuştine.
Li gorî gotina rayedarên NY, hejmara têrorîstîên biyanî ku ji Sûriye û Iraqê vedigerin welatê xwe, zêde bûne.
Sûriyê ji sala 2011`an va heta niha tûşî qeyrana navxweyî û şerê ligel têrorîstan bûye ku ji aliyê welatên rojavayî û hevpeymanên wan li navçeyê bi taybet Tirkiye, Rêjîma Siyonîst, Erebistan û Qeterê û hin rêber û serokên din ên paşverû yên ereb tên piştgirîkirin.