Îran
-
Rêberê Şoreşa Islamî: Di şerê danzderojî da, plana bîstsalî ya dijmin têk çû
Mijdar 28, 2025 05:26Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Di şerê danzderojî da, bê guman gelê Îranê him Amerîka têk bir him jî sîyonîst. Amerîka û Rejîma Sîyonîst hatin û şerûtî kirin, kotek xwarin u destvala zivirîn.
-
Îrewanî: Divê Amerîka zirarên êrişa ser Îranê bicebirîne
Mijdar 27, 2025 21:11Nûnerê Îranê li NY, bal kişand ser li xwemukirhatina Amerîkayê derbarê êrişa ser navendên navokî yên Îranê û ragihand ku Amerîka divê bona cebirandina tam a zirarên madî û menewî ku li gelê Îranê ketiye gavan hilîne.
-
Iraqçî: Îran amadeyî muzakireya maqûl û mentiqî ye
Mijdar 27, 2025 17:12Wezîrên karên derve yên Îran û Fransayê bi nirxandina alûgurên herêma Rojavayê Asyayê, qeyrana Ukraynê, rewşa ewlehiya navneteweyî û her wiha mijara navokî ya aştiyane ya Îranê, tekezî ser pêwîstiya hewldanên berpirsiyarane ji bo alîkariya bo kêmkirina aloziyan û xurtkirina aştî û edaleta navneteweyî kirin.
-
Larîcanî: Li pişt şerê vê dawiyê komploya amerîkî-siyonîstî hebû
Mijdar 26, 2025 19:30Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di hevdîtina bi ramanwerên Pakistanê re tekez kir ku şerê dasepandî yê 12 rojî dijî Îranê encama komploya amerîkî-siyonîstî bû û gelê Îranê bi viyan û qaweta xwe bi ser ket.
-
Keşf û zevtkirina barê giran ê alavên dije ewlehiyê yên komên dije Şoreşê
Mijdar 25, 2025 18:51Beşa Ragehandinê ya Navenda Hemze Seyd Ul-Şuheda(s) ya Hêza Bejayî ya Sipahê Pasdarên Azerrbaycana Rojava ragehand ku barê giran ê alavên dije ewlehiyê yên komên dije Şoreşê, dema vediguhestin nav welêt li navçeya sînorî ya Tirgewera bajarê Urmiyê hat zevkirin.
-
Îran û Pakistan du aktorên bi bandor li navçeyê ne
Mijdar 25, 2025 17:49Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di sefera xwe ya Pakistanê daxwaza rakirina astengiyên heyî û hêsankirina rêya têkiliyên aborî bi Pakistanê re kir û armanca jordabirina bazirganiyê heta asta 10 milyar dolarî pêkan da zanîn.
-
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî: Ti rêyek ji bilî sekinîna li hember Rejîma Siyonîst nemaye
Mijdar 24, 2025 21:27Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê li dû terora yek ji fermandeyên payebilind ên Hizbullahê got: Netaniyahu ew qas maceraheziya xwe didomîne ta ku hemû pêbihesin ti rêyek ji bilî sekinîna li hember vê rejîma sexte nemaye.
-
Merasîma oxirkirina 300 şehîdên bê nav û nîşan ên serdema Berevaniya Pîroz û destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Îranê
Mijdar 24, 2025 17:27Gelê Îrana Îslamî, li bajar û gundên cûrbecûr ên welêt, cenazeyên sê sed şehîdên bê nav û nîşan ên ên serdema Berevaniya Pîroz û destdirêjiya Rejîma Siyonîstser welatê me oxir kirin.
-
Beqayî: Hişyarbûna welatên rojavayî derbara Filistîn u Xezzeyê da
Mijdar 23, 2025 18:26Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara pêgirîya Şaredarê nû yê New Yorkê ser qirrkirina li Xezzeyê da got: Eva ku welat u rayedarên curbicur ji wan li Amerîkayê vê rastîyê aşkira dikin ku tişta li Filistîna dagirbûyî diqewime, jînosaydek e, hilêxistina rastîyê ye.
-
Wezîrê Derve yê Îranê: Welatên cîran wekî ewlewiyeta siyaseta me ya derve ne
Mijdar 22, 2025 19:38Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku sûdwergirtina ji zirûfa welatên cîran ewlewiyeteke bingehîn di siyaseta derve ya Îranê de ye.