Nerazîbûna Îranê himberî Konseya Emnî bi dû destdirêjîya Amerîkayê ser Grava Larekê
Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê NY, di nameyekê da bo Sersekreterê Konseya Emnî û Serokê Konseya Emnî ya vê rêxistinê, bi tundî êrişa Amerîkayê ser Grava larekê li Kendava Farsê şermezar kir.
Xulamhisên Derzî Balyozê Komara Islamî ya Îranê yê NY destdirêjîya Amerîkayê ser Grava larekê şermezar kir u ragihand: Êrişa destdirêjkerane ya di 30yê Tebaxê da, binpêkirina aşkira ya serwerî u yekperçetîya axa Îranê û berovajî xala 4an a maddeya 2 ya Menşûra NY ye. Hêzên Amerîkayê careka din bi bikaranîna neqanûnî ya zorê u bi êrişa ser Grava larekê li Kendava Farsê hejmarek hêzên berevan ên Îranê û sivîl şehîd u birîndar kirin u zîyan gîhandin mal u milkên giştî u kesane. Îranê jî anegorî maddeya 15 ya Menşûra NY wek xweparastin u bi awayekî guncav êrişî binkeyên Amerîkayê yên li urdinê kir ku j iwan va êriş u destdirêjîya cinayetkerane ya Amerîkayê ser Komara Islamî ya Îranê pêk hatibû. Balyoz u Kardarê Komara Islamî ya Îranê yê NY, ji Sersekreterê NY û Konseya Emnî xwestîye ku Amerîkayê neçar bike ku kiryarên leşkerî û destdirêjkerane u gefên dijî ewlehîya hatin u çûyîna keştîyan li Kendava Farsê û Tengava Hurmizê rawestîne. Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî kirîye ku tevî domandina pabendbûna bi mafên navdewletî, yê ge, serwerî û yekperçetîya xwe xwe biparêze û himberî her destdirêjîya leşkerî bersiveke teqil u guncav bide.