Para zêde ya amerîkiyan Trump kesekî gendel û xeternak dizanin
Anketeke You Gov- Economist`ê nîşan didin ku %53`ê dengdêrên amerîkî Donald Trump wekî serokekî gendel dibînin û %51`ê wan peyva xeternak ji bo wesfkirina wî bi kar anîne.
Anketa YouGov/Economist her wiha dît ku piraniya nisbî ya beşdaran Trump wekî gendel û xeternak wesf dikin û %86`ê amerîkiyan bawer dikin ku Trump serokekî cidatîçêker e. Li gorî hejmarên ku ji vê anketê hatine bidestxistin, %47`ê amerîkiyan Trump dûrî civakê û %46ê wan wî bêrehm dibînin û %82 bawer dikin ku Trump xwedî aramiya kesayetiyê nîne.
Axiosê di dawiyê de, amajeyî soza Trump a dayîna 5000 dolar dahat ji her kesê mezin ê amerîkî re ger Partiya Komarî di hilbijartinên navîn ên pêş de bi ser bikeve kir, û nivîsî ku li gorî anketek nû, piraniya Amerîkiyan bawer dikin ku Trump di vê derbarê de jî derewan dike.