Jordaketina mirinbar a hêlîkoptera nûçeyan a Amerîkayê dema rûmalkirina qeza tirafîkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360352-jordaketina_mirinbar_a_hêlîkoptera_nûçeyan_a_amerîkayê_dema_rûmalkirina_qeza_tirafîkê
Piştî ketina helîkoptereke nûçeyan a kanala NBC Los Angelesê dema ku qezayekê dişopand, sê kes mirin.
(last modified 2026-09-16T15:24:24+00:00 )
Îlon 16, 2026 18:53 Asia/Tehran
  • Jordaketina mirinbar a hêlîkoptera nûçeyan a Amerîkayê dema rûmalkirina qeza tirafîkê

Piştî ketina helîkoptereke nûçeyan a kanala NBC Los Angelesê dema ku qezayekê dişopand, sê kes mirin.

Medyaya Amerîkayê ragihand ku helîkoptereke kanala NBC`ê duh êvarê li Kolana North Mîson a li taxa Chatsworth a Geliyê San Fernando ya Los Angelesê ket xwarê, û li gorî van raporên medyayê, nûçegihan û pîlot di nav kesên ku di qezayê de mirin de bûn.

Daîreya Agirkujiyê ya Los Angelesê ragihand ku helîkopter li herêmeke di navbera du avahiyên bazirganî de ket xwarê û agirkujan, dema ku gihîştin cihê bûyerê, dîtin ku helîkopter û wesayîtên derdorê di nav agir de ne. Li gorî berdevkê daîreyê, helîkopter di qezayê de bi giranî zirar dîtiye. Daîreya Agirkujiyê ya Los Angelesê herwiha ragihand: Ji bilî sê kuştiyan, kesekî çaremîn jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.