-
Sekreterê Giştî yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê: Rayedarên Herêma Kurdistanê xetera berfirehbûna şerr li navçeyê bi duristî nenirxandine
Çirî 18, 2026 13:44Sekreterê Giştî yê Yekgirtoya Îslamî ya Kurdistanê, tevî rexnegirtina li xebata rayedarên Herêma Kurdistanê li himber alûgorên navçeyî, teqeziya li ser vêya kir ku sersariya li hember encamên berfirehbûna şerr, li rex berdewambûna xitimîna siyasî û pêknehatina hikûmeta nû, bûye sedema nîgeranîyê.
-
Barzanî: Hêzên kurd ên dijberê Îranê bi reftareke neberpirsyarane, Herêma Kurdistanê dan ber xetereke mezin
Çirî 13, 2026 18:46Serokê Herêma Kurdistanê, tevî rexnekirina kiryarên komên kurd ên dijberê Komara Îslamî ya Îranê got ku reftarên neberpirsyarane yên van hêzan, Herêm dan ber xetereke mezin û tekez kir ku axa Herêmê divê ji bo gefxwarina li welatên cîran an ketina nav şerrê Amerîka û Îranê neyê bikaranîn. Barzanî di hevdîtina bi Mezlûm Ebdî ra jî li ser piştgirîya xwe ji Sûrîyeyeke aşitîyane û bi-istiqrar
-
PKK ji bakurê Iraqê paş vekişiya
Çirî 12, 2026 18:02PKK ji bakurê Iraqê paş vekişîyaye û çar baregeh li herêma Metînayê vala kirine.
-
Komeke çekdar a DAIŞê li Herêma Kurdistana Iraqê hat têkişandin; 22 kes hatin girtin
Çirî 07, 2026 19:06Saziya Ewlehîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku wan komeke çekdar a girêdayî DAIŞê bi navê “Welayeta Kurdistanê” têk şikandiye û 22 endamên wê li çend navçeyan girtine.
-
Pêwendiyên PDK û YNKyê baştir dibin
Çirî 05, 2026 18:20Endamê Polîborûya Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) qala baştirbûna pêwendiyên navbera du partiyên sereke yên serdest li Herêma Kurdistanê kir.
-
Sekreterê Giştî yê Ketayîba Seyîd uş-Şuhedaya Iraqê: Derketina Amerîkayê divê nebe sedema nigeranîya kurdan
Çirî 04, 2026 18:44Hevdem ligel ragihandina fermî ya bidawîhatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, Sekreterê Giştî yê Ketayîba Seyîd uş-Şuhedaya Iraqê, di peyamekê da xitabî Herêma Kurdistana Iraqê got: Derketina hêzên Amerîkayê divê nebe sedema nîgeranî û tirsê ji bo aliyên kurd; ji ber ku parastina ewlehiya Herêmê, erka neteweyî ya hemû îraqîyan e.
-
Meytên 25 goriyên qirkirina êzîdiyan radestî malbatên wan hatin kirin
Çirî 03, 2026 14:13Meytên 25 goriyên qirkirina êzîdiyan piştî kemilandina qonaxên nasîn û danberheva ceribînên DNA`yê ji Bexdayê bo Şingalê hatin veguhestin û radestî malbatên wan hatin kirin.
-
Barzanî: Hevahengiyeke me ya baş bi hikûmeta Iraqê ra ji bo rawestana li hemberî her gefekê heye
Îlon 30, 2026 23:00Serokê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), hevdem ligel bidawîhatina erka leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê da ji bo rawestana li hemberî gefên ewlehiyê tekez kir.
-
Vekişîna hêzên amerîkî u navdewletî ji binkeya Herîr li Hewlêrê
Îlon 29, 2026 16:18Li ser vê mijarê raporek bibînin.
-
Tevgera Niwşa Nû: Em ê beşdariya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê nekin
Îlon 17, 2026 18:50Berdevkê Tevgera Niwşa Nû ragihand ev partiya wê beşdariya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de neke û dê wekî opozosiyon çalakiys xwe berdewam bike.