Pêwendiyên PDK û YNKyê baştir dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i360698-pêwendiyên_pdk_û_ynkyê_baştir_dibin
Endamê Polîborûya Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) qala baştirbûna pêwendiyên navbera du partiyên sereke yên serdest li Herêma Kurdistanê kir.
(last modified 2026-10-05T15:53:19+00:00 )
Çirî 05, 2026 18:20 Asia/Tehran
  • Pêwendiyên PDK û YNKyê baştir dibin

Endamê Polîborûya Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) qala baştirbûna pêwendiyên navbera du partiyên sereke yên serdest li Herêma Kurdistanê kir.

Seidî Ehmed Pîre got: Gotûbêj û lêktêgihîştinên vê dawiyê navbera Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmê û Qubad Talebanî Alîkarê Serokwezîr bûye sebeba kêmbûna kêşeyan.
Ehmed Pîre hêviya xwe diyar kir ku bi zûtî civîna fermî ya navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û YNKyê ji bo çareserkirina meseleyên mayî û xurtkirina pêvajoya hukimraniyê were lidarxistin.