PKK ji bakurê Iraqê paş vekişiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i360842-pkk_ji_bakurê_iraqê_paş_vekişiya
PKK ji bakurê Iraqê paş vekişîyaye û çar baregeh li herêma Metînayê vala kirine.
(last modified 2026-10-12T14:32:58+00:00 )
Çirî 12, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • PKK ji bakurê Iraqê paş vekişiya

PKK ji bakurê Iraqê paş vekişîyaye û çar baregeh li herêma Metînayê vala kirine.

Çavkaniyên ewlehîyê yên Tirkîyê ragihandin ku ev kiryar di çarçoveya pêvajoya çekdanînê û bidawîhanîna çalakîya çekdarî ya vê komê da tê nirxandin. Piştî bidawîhanîya tam a çalakîyên PKKyê li hemî navçeyan, qonaxên bê yên pêvajoya aşitiyê bi armanca vegeriyana endamên vê komê bo Tirkîyê û tevlêbûna wan di civakê da dê bên şopandin. Çavkaniyên ewlehîyê tekez kirin ku ji bo vegeriyana endamên PKKyê bo nav civakê, planên berfireh di qadên perwerde, aborî û entegrasyona civakî da hatine pêşbînîkirin. Armanca van kiryaran, amadekirina zemîneya vegeriyana endamên vê komê li gorî rêzikên qanûnî û xurtkirina aşitiya civakî hatiye ragihandin. Ev alûgor di halekî da qewimîye ku PKKyê roja 8ê Cotmehê di daxuyanîyekê da ragihand ku hemî hêzên xwe yên çekdar ji axa Tirkîyê û navçeyên nêzikî sînorên vî welatî derxistine. Pêvajoya nû ya aşitiyê li Tirkîyê piştî daxwaza Evdilla Ocalan di meha Sibatê ya sala 2025an da ji bo terikandina çekan ket qonaxeke nû.