Kanûn 01, 2015 17:10 Asia/Tehran
  • Nameya rêberê înqilabê, mînakek ji bo serokên cîhana îslamê

Şirovekar û lêhûrbînê siyasî yê Efxanistanê, got: Nameya duyem a rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ji bo ciwanên welatên rojavayî, ji bo serokên welatên îslamî, wekî mînakekê ye ta ku îslama rastîn ji bo hemû dinyayê bidin nasandin.

Seyîd Îshaq Dêlcû Hisênî, roja sêşemiyê, li hevpeyvîna tev radiyoya derî ya beşa dervesînorî ya radiyo û têlêvîzyona Îranê, her wiha got: Peyamên hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, yên di vê nameya dîrokî de pirr girîng in û ji wan ev e ku îslam, ola aştî û heqê ye û ti têkiliyeka van grûpên têrorîst û tekfîrî bi îslamê re tine.
wî destnîşan kir: Hemû serok û zanayên cîhana îslamê divê ku li hember pêla îslamtirsiyê bisekinin û îslama rastîn bi ciwanên welatên rojavayî re bidin nasandin.
Vî lêhûrbînê siyasî yê Efxanistanê, pêgîrî kir: Serokên welatên rojavayî bi pêkanîn û teyarkirina grûpên têrorîst, mekteba îslamê, wekî mektebeka têrorîst nîşan didin ta ku ji aliyekê va pêşiya berfirehbûn û bandora îslamê li welatên xwe bigirin û ji aliyê din va jî bi pêkanîna şerrên wêranker li welatên îslamî, armancên xwe bişopînin.
Dêlcû Hisênî got: Berê welatên rojavayî, bi saya mêtingeriyê li welatên îslamî, hin kar û qazanc bi dest dixestin û îro rojê bi pêkanîn û teyarkirina komên têrorîst, dixwazin ku cihanê bigirin destê xwe û li ser dinyayê bibin desthilatdar.

Serepeyv