Îlon 07, 2024 19:55 Asia/Tehran

Hizbullahê ragihand wek bersiva li hember êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê, binkeya Cebel Nariyayê daye ber mûşekên Katiyûşayê.

Berxwedana Îslamî ya Libnanê pêgîrî kir binkeya êrişa ser Cebel Nariyayê bona piştgîriya Zîvala Xezzê û berxwedana wê û wek bersiva li hember êrişên dijminê îsraîlî ser gund û malên ewleh ên başûr bi taybet êrişa vê dawiyê ser bajaroka Fironê cih hat. Binkeya Cebel Nariya, pêgeha Cebel Nariya, pêgeha fermandetiya tabûran bû ku nika hêzên Tîpa Gulanî tê de ne. Ev daxuyaniya Hizbullaha Libnanê di halekî da ye ku artêşa dagirkir gotiye ku avêtina nêzî 30 mûşek ber bi El Celîla Jorîn û çiyayê Mêronê ve û xwefirek jî ber bi El Celîl a Rojava şopandine.

Li gorî rapora El Cezîrê, piştî ketina biguman a xwefirek ji Libnanê ve li navçeya Reis Naqûre û El Celîl a Rojava, zengilên xeterê hain lêxistin. Berî nika gulleyeka hawanê ya Rejîma Siyonîst li ser mala malbata El Babayê nêzî navçeya El Kerثcê li kempa awaryan a Birîcê li navenda Zîvala Xezzê jorda ket.