Kanûn 28, 2024 18:37 Asia/Tehran
  • Êrişên Îsraîlê ser Yemenê

Îsraîlê roja Îniyê êrişa xwe ya çaremîn ser Yemenê pêk anî û navendên sivîl ên Balafirgeha Navneteweyî ya Senayê li paytexta Yemenê, ji wan birca kontrolê, termînala rêwiyan û banda firokexaneyê dan ber êrişan.

Ev êriş her wiha ser hêzgeha Hezîz li Sena, binesaziyek bendera Hudeyde ya Deryaya Sor, termînala niftê ya Res Îsa û hêzgeha Res Xetîbê pêk hatin û ziyanek mezin gihandiye bineszaiyên Yemenê.

 

 

 Hesen Mohsen, Şehedê êrîşên hewayî  yên Îsraîlê:  Ez di dema êrişên hewayî de li wir bûm. Em bi rêwiyekî din re siwar dibûn Me hîs kir ku balafirgeh ewleh e, lê dîsa jî ez neçar bûm ku zarokên xwe bişînim otomobîlê. Dema ku em gihîştin wir me dît ku otomobîl zirar lê ketiye 

Di civîneke rojnamevanî de ku roja Îniyê li   ser asfalta firokexaneya navdewletî ya Senayê hat lidarxistin, rayedarên yemenî êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê şermezar kirin û ew bi binpêkirina eşkere ya yasayên mirovî yên navdewletî dan zanîn.

Wan diyar kir ku ev êriş jiyana giştî ya li paytext û li seranserê Yemenê rastî pirsgirêkê anîne.  Tevî vê yekê jî rayedarên balafirgehê amadebûna xwe ji bo rawestana  li himber her cure aloziyeke muhtemel a Îsraîlê ragihand û j destpêkirina dubare ya çalakiyan xeberdan.

Xalid El-Şeyf,  Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Senayê: Du cure ziyanên me hebûn: Birca kontrolê, holên termînalê û hinek alavên firokexaneyê  ziryan dîtine. Mixabin, ziyanên canî  jî hebûn, ku piraniya wan sivîl ji wan rêwî û karmendên firokexaneyê pêk tînin .

 Li  berteka hember van êrişan, hêzên yemenî roja îniyê bi xwefiran  êrişî firokexaneya Bin Goryon li Telavîvê û gemiya  bi navê Santa Ursula li nêzîkî girava Seqterî  ya Yemenê li deryaya Ereb kirin. Wan gotin  ku tam li armanc xistine.

Serepeyv