Êrişa Yemenê ser Newatimê
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku hêzên yemenî bi mûşeka Ultrasand a Filistîn 2, meqera Newatîmê dane ber êrişan.
Yehya Serî berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê di daxûyaniyekê de derbarê êrişa nû ya hêzên yemenî li dijî Rêjîma Siyonîst agahî da û ragihand ku hêzên yemenî bi mûşeka Ultrasand a Filistînê 2, baregeha Newatimê ya siyonîstan dane ber êrişan.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand: Bi îzna Xwedê Teala me meqera hewayî ya Newatim a dijminê Îsraîlî li navçeya Neqbê li başûrê Filistîna dagirbûyî da ber êrişan.
Serî her wiha got: Ev operasiyona bi mûşeka balistîk a ultrasand a cureya Filistîn 2 pêk hat û ev mûşek bi îzna Xwedê bi awayekî serketî li armanc ket.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê her wiha got: Em gelê Yemenê piştrast dikin ku heta destdirêjiyên ser zîvala Xezzeyê neyên rawestandin û dorpêç neyên rakirin emê operasyonên leşkerî li dijî dijminê Îsraîlê berdewam bikin.
Li gorî nûçeyeka din, çavkaniyên medyayî derbarê êrişa hewayî ser Sena paytexta Yemenê agahî dan û dengê teqînên mezin li vî bajarî hat bihîstin.
Kanala televîzyonê ya El-Mesîra ya Yemenê ragihand ku Amerîka û Îngilisê Parka 21ê Îlonê li li navçeya Moîn a Senayê dan ber êrişan.