Kanûn 28, 2024 18:37 Asia/Tehran
  • Rêveberê Giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê : Ez ji êrişa Îsraîlê ser Yemenê rizgar bûm

NY bal kişand ser sivîlbûna balafirxaneya Senayê û ragihand ku êrişa roja Înê ya Rejîma Siyonîst ser wir wextekê pêk hat ku balafireke bi dehan rêwiyan di halê rûniştinê de bû.

Cûlyen Harnîs Hewahengkerê alîkariyên mirovî li Yemenê,  bal kişand ser sivîlbûna balafirgeha Sena`yê û ragihand ku êrişa Israîlê  ser  wir  wextekê pêk hat ku balafirek bi dehan rêwiyan di halê rûniştinê de bû û şandeke NY li benda derketina  ji balafirê bû.  Harnîs got : Zêdebûna aloziyan hewlên nûnerê taybet ê NY li Yemenê ji bo gihîştina  bo çareseriyeke siyasî  ji nav dibe.

Tedros Adhanom, rêveberê giştî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê  derbarê wê yekê de got: Ew di dema  destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser firokexaneya Senayê li wir bû û bi zehmetî karî ji vê êrişê rizgar bibe. Wî bal kişand  ser wê yekê ku Rejîma Siyonîst li bara êrişa ser firokexaneya Senayê tu hişyariyek nedabû  û destnîşan kir: Rejîma Siyonîst bi êrişeke eşkere çend caran deverên sivîl ên Yemenê bombebaran kiriye.

 Di encama  êrişa roja Îniyê ya Rejîma Siyonîst ser balafirgeha navneteweyî ya Senayê li  paytexta vî welatî û parêzgeha Hudeydê (rojavayê Yemenê) de 6 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv