Kanûn 28, 2024 18:37 Asia/Tehran

Nivîsgeha ragihandinê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku piştî serma û seqema giran jiyana bi hezaran awareyên filistînî li zîvala Xezzeyê ketiye ber xeterê û di çend rojên borî de 5 kesan ji ber sir û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor  rapora  nivîsgeha  Ragihandinê ya Filistînê, cinayetên rejîma Îsraîlê berdewam in û piştî wêrankirina 110 hezar konên awareyan  li zîvala Xezzeyê hevgavî wê pêla  serma û seqema giran jiyana bi hezaran kesî xistiye  metirsiyê de .

Vê navenda filistînî bal kişande ser vê yekê ku serma û seqemê qeyraneke mirovî ya trajîdîk  pêk aniye û daxwaza dabînkirina bilez a pêwîstiyên sereke yên awareyan kir.

Li gor vê raporê, rizîna  sedî 81 ji konên awareyan hevgavê destpêbûna demsala  zivistanê û pêla sermaya giran jiyana bi hezaran awareyan dixe metirsiyê. rewş pir zehmet e  û di rojên derbasbûyî de ji ber sermaya zêde 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nivîsgeha Ragihandinê ya  Filistînê li Zîvala Xezzeyê her wiha ragehand:  2 milyon aware zêdetirî salekê ye ku di konên necur de dijîn û ji 135 hezar konên heyî 110 hezar kon  rizîne û bi kêrî tiştekî  nayên. 

Li gorî nûçeyeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê  li 449 emîn roja şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li dijî Zîvala Xezzeyê li daxûyaniyekê ragihand ku artêşa dagirker di 24 sietên derbasbûyî de  2 komkujiyên din li dijî sivîlên filistînî li vê zîvalê pêk naîne. Di encama van êrişan de  48 filistînî şehîd bûne  û 52 kes jî birîndar bûn.

Ji 7ê Cotmeha sala borî heta niha hejmara şehîdên şerê li dijî Xezzeyê derketiye 45 hezar û 484 kesan û hejmara birîndaran jî bûye 108 hezar û 90 kesî.

 

Serepeyv