Lîbermen: Heta kengê emê birevin sitargehan?
Wezîrê cengê yê berê yê Rejîma Siyonîst got: Heta kengê emê ber bi sitargehan ve birevin, hûn qala kîjan serketinê dikin?
Avigdor Libermen, wezîrê cengê yê berê yê Rejîma Siyonîst li berteka li hemberî êrişên berdewam ên berxwedanê ser navçeyên di bin kontrola Rejîma Siyonîst û tirsa siyonîstan ji van êrişan got: Niha rewş bi curekê ye ku siet duyê serê sibê ji her navçeya Telavîvê xelk ber bi stargehan ve direvin.
Vî rayedarê berê yê Rejîma Siyonîst got her roj ji ber êrişên komên filistînî û hêzên yemenî, kesên mezin û temendar ên me tevî zarokan ber bi sitargehan ve direvin. Heta kengê hûn dikarin ber bi stargehan ve birevin?! Wî got ku îro sê leşkerên me li Xezzeyê hatin kuştin û em hîn jî di şerê li zîvala Xezzeyê, bereya şerê bi Ensarullah û bereya bakur (Hizbullah) de ne. Hûn qala kîjan serketinê dikin?!