Nameya hişmendane ya rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî bo ciwanên rojavayî
Kanûn 06, 2015 17:50 Asia/Tehran
Lêkolînerê libnanî, nameya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bo ciwanên welatên rojavayî wek rêçareya qeyrana mirovantiyê zanî.
Şêx Hisên Zêynulabidîn, lêkolerê warê hizr û ramanên hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li Libnanê li gotûbêja tev ajansa nûçan a IRNA'yê, got ku nameya wî bo ciwanên welatên rojavayî li gorî helwesta kûr a rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî li bara pêşeroja siyasî û insanî ya cîhanê li gorî rîşeyên baş ên islamî û bi hevdengiya tam tev nirxên islama resen a muhemedî (S) hatiye nivîsînê û mînaka herî baş a wê Îranê e.Şêx Zêynuldîn bal kişande ser hewldana rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ji bo pêkhatina zemîneya gotûbêja hogirên olên curbicur û nasandina islama rast û got: Duyemîn nameya wî bo ciwanên welatên rojavayî li qonaxa diyarkir a dîrokî ya ji ber alûgurên cîhanê û hevgavê plana herî berfire ya reşkirina nav û îmaja ola Islamê bi kiryarên tekfîriyan, hizra wehabiyet û cahiliyeta nû hatiye weşnadin.
Ev lêkolerê libnanî, nameya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bo ciwanên welatên rojavayî hilgirê ramanên sitratêjîk ên girîng û nîşaneya ber û laya şaristaniyet û insanî ya fikrên wî dizane û dibêje ku ev nameya ciwanên rojavayî bi zimanekî insanî û zelal li atmosfereke hevpar ji bo gotûbêjê wek rêbaza herî baş dewsa şer û gêreyan vedixwîne.
Hezretê ayetulah Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, 29 Mijdarê nameyeke ji bo ciwanên welatên rojavayî nivîsî û ragihand ku armanca nivîsîna vê nameyê bûyera tela a têrorîstî ya 13 Mijdara buhurî li Parîsa Fransayê bû.
Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di çileya buhurî da jî nameyeke ji bo ciwanên Ewropa û Amerîkaya Bakûr nivîsî.