Îlon 18, 2025 17:08 Asia/Tehran

Berdevkê Konseya Ewrûpayê got ku nêzî 600 hezar filistînî li Zîvala Xezzeyê di encama rêgirîya Rejîma Sîyonîst himber derbaskirina alîkarîyên mirovsotîyê, ji ber xelayê dinalin.

 

Enwar Enûnî Berdevkê Komsyona Ewrûpayê ragihand ku di encama dorpêçkirina Zîvala Xezzeyê û berdewambûna sîyaseta Rejîma Sîyonîst a birsîragirtina filistînîyan da, zêde ji 600 hezar kes bi xetera xelayê ra rûbirû ne. Di vê çarçovê da Orsulla Fonder Leyen Seroka Komsyona Ewrûpayê jî got: Bûyerên bixof ku her roj li Xezzeyê diqewimin, divê bên sekinandin û agirbesa demlidest pêk were û alîakrîyên mirovdostane bêyî sînor ber desta bin. 

Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê jî hişyarî da ku nexweşxaneyên Xezzeyê ku berî vîya di bin zexta giran da bûn, bi hegera berfirebûna êrişa bejayî ya artêşa Rejîma Sîyonîst ser bakura vê zîvalê, li ber hilweşînê ne. Vê rêxistinê xwest ku ev rewşa nemirovî were bidawîhanîn. 

Tedros Adhanom Ser-rêvebirê vê rêxistinê ragihand ku destdirêjîya leşkerî û fermana valakirinê li bakura Xezzeyê bûne sedema pêleke nû ya awarebûnê. Wî hişyarî da ku tundkirina êrişan rê li ber şandina alavên pêwîst ên rola jîyanê hene ji hêla Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê va û berdestbûna wan digire. 

Navî Pîlay Lêgera Pillebilind a NY jî bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê jînosayd pêk anîye û got ku ew, hin babetn hevpar di navbera jînosayda li Zîvala Xezzeyê û ya li Ruvandayê da dibîne û hêvîdar e ku rojekê rêvebirên Rejîma Sîyonîst cezaya zîndanê bikişînin.  

Serepeyv