Zext u zora cîhanî ji bo pêkanîna agirbesê û derbaskirina alîkarîyên mirovdostîyê
Bidû giranbûna qeyrana mirovî li Zîvala Xezzeyê, Konseya Ewlehîyê ya NY civîneke awarte bi mijara ``rewşa êxsîran û daxwazên berfire ji bo sekinandina şêrr``li dar xist.
Di destpêka civîna Konseya Emnî ya NY da Mîroslav Cênêka Alîkarê Sersekreterê NY pêgirî ser şermezarkirina cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê ji hêla Sersekreterê NY va kir û got: L igorî qanûnên navdewletî divê sivîl bên parastin p nebin armanca êrişa leşkeran û an jî enqest ji xwarekê yan jî alîkarîyên rizgarker ên din werin bêparkirin , ev kara cinayeteke cengê ye.
Wekîlê Dayimî yê Çînê li Konseya Ewlehîyê jî qirrkirina filistînîyên Zîvala Zexxeyê ya bi destê Rejîma Sîyonîst şermezar kir û xwest ku agirbesa demlidest were pêkanîn. Şêdjêng Şuwang got: Di encama operasyonên leşkerî yên Rejîma Sîyonîst da zêde ji 60 hezar sivîl li Xezzeyê hatine kuştin û hela jî her roj kesên bêguneh can didin.
Dîmîtrî Polyanskî Cîgirê Wekîlê Ûrsêtê yê NY jî majeyî dîmennê bixof û diltezîn ên gorîyên filistînî kir û got: Filistînî ji birsîya, kêmbûna dermîn û nebûna avê can didin, di halekî da ku bi hezaran kamyonên tijî alîakrîyên mirovdostîyê li ser sînoran hatine sekinandin.
Wekîlê Filistînê yê NY jî amajeyî inkarkirina birsîhîştinê û cinayetên din ên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê kir û got ku ev rejîma tiştekî ku hemî cîhan dibîne, inkar dike.
Rîyaz Mensûr xwest ku alîakrîyên mirovdostîyê demlidest û bêyî berbend derbasî Xezzeyê bên kirin.
Wekîlên Pakistan, Koreya Başûr û Somalîyê jî di vê civînê da xwestin ku pêwîst e destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst demlidest bên sekinandin û êş û rencên ku sivîlên filistînî pêrgî wan bûne, werin bidawîhanîn.