Bernameya Cîhanî ya Xwarekê: Birçîbûn li Xezzeyê wekî gulleyan mirovan dikuje
Bernameya Cîhanî ya Xwarekê ragihand ku birçîbûn li Xezzeyê wekî gulleyan mirovan dikuje û rewşa mirovî li vê zîvalê ji destpêka şerê jînosaydê di 7ê Cotmeha 2023an de pir aloz bûye.
Karl Skav, cîgirê rêveberê Bernameya Cîhanî ya Xwarekê ragehand: Pêdiviyên li Xezzeyê pir pir zêde bûne û imkana bersivdayîn u dabînkirinê pir kêm bûye . Birçîbûn li Xezzeyê mîna gulleyê mirovan dikuje.Karl Skav gotiye: Karmendên wan ku di rewşa dijwar û krîzeke mirovî de dijîn, bi heman xeter û birçîbûnê re rûbirû ne ku hemî xelkê Xezzeyê pêrgî wê bûne.
Nivîsgeha Nifûsê ya NY jî ragehand ku nêzîkî 50 hezar jinên ducanî li Xezzeyê çend roj in bê xwarek mane. Vê rêxistinê hişyarî da ku kêmbûna xwarekê ji bo zarokên Xezzeyê xetera zayîna pêşwext, mirina zarokan û seqetiyên fîzîkî û derûnî ji bo hetahetaê çêdike.
Tedros Adhanom Ser-Rêveberê Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê jî, rewşa mirovî ya li Xezzeyê bikaresat bi nav kir û got: Kêmasiya xwarek, sotemenî û dermanan li vê devera dorpêçkirî jiyana bi hezaran kesan bi taybet zarokan xistiye xeterê û bûye sedema mirin û candayîna gelek kesan. Rêxistina Cîhanî ya Tendrustiyê diyar kiriye: Pêdiviyên tenduristiyê li Xezzeyê pir zêde ne û hewcedariyek lezgîn bi amûrên bijîşkî yên zêdetir heye. Em daxwaz dikin bê asteng û bi awayekî berfireh, sotemenî, xwarek û alîkariya pizîşkî derbasî Xezzeyê bibin.