Gelê Filistînê girêdayîyê warê xwe ye
Helkefta Roja Erdê ya îsal di halekî da ye ku gelê Filistînê di rewşeke dijwar û xwînavîn da derbas dike. Rejîma dagirker şerê dijî filistînîyan didomîne ta ku wan ji warê wan derxe.
Her sal di rojeke wekî îro da, gelê Filistînê rêzê li Roja Erdê digirin. Hegera binavkirina vê rojê dizvire 30yê Adara 1967ê, roja ku 6 ciwannê filistînî hatin şehîdkirin û bi dehan filistînî jî hatin birîndarkirin û bi sedan filistînîyên niştecîyê Erdên Dagirbûyî di sala 1948ê da jî, di xwenîşandana wek berteka himber biryara rejîma dagirker ji bo zevtkirina erdên filistînîyan, hatin desteserkirin.
Ev roja, sembola pabendbûna gelê Filistînê li war û axa xwe û mayindebûna şehîdên Roja Erdê ye.
Helkefta Roja Erdê ya îsal di halekî da ye ku gelê Filistînê di rewşeke dijwar û xwînavîn da derbas dike. Rejîma dagirker şerê dijî filistînîyan didomîne ta ku wan ji warê wan derxe.
Erd û ax destpêk û dawî û serekanîya pevçûnan li erdên Filistînê ye.
Sîyonîstan her derfetek ji bo serdestbûna li erdê Filistînê heta bi derxistina niştecihên wî warî, ji dest nedane.