Cotmeh 16, 2024 18:38 Asia/Tehran

Peyama aşkera ya beşdariya serdar Qaanî di merasima pêşwaziya ji meytê şehîd Nîlfirûşan, valaderxistina gotinên bêtine yên wan medyayan e ku derheqe hefteya buhurî da li bara serdar Qaanî da ketibûn ber bayê gotinên Rejîma Siyonîst.

Di wan rojên dawiyê da medyayên Siyonîst bi taybet kanala 12`an a televîzyona Îsraîlê û medyayên rojavayî yên wek New York Times, Roytêrz û Mîdêl Îst Ay li ser birîndarbûn yan terorbûna serdar Qaanî hin îdiayên derew yên wek terora Serdar Qaanî di encama bombebarana Bêyrûtê da, hebsa li malê û sîxuriya ji bo Îsraîlê û herwiha nexweşî û zexta dil dema lêpirsînê da weşandin. Medyayên Farisî yên ser bi Îsraîlê, bi taybet Îran Înterneşnal jî di vê navberê da çend rojan bala xwe dan ser van îdiayên derew. Hin medyayên Kurdî yên Herêma Kurdistana Iraqê jî bi taybet medyayên ku pişka nûçeyên xwe yên Îranê ispartine komên dijî Îranê yên wek Komele û Demokratê, di van rojan da van derewên siyonîstan ji bo muxatebên xwe vedigotin. Lê beşdariya Serdar Qaanî, fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdaran, di merasima rakirina meytê serdarê şehîd Nîlfirûşan li Têhranê, wan derewên medyayên Siyonîst vala derxist û peyama wê ya girîngtir eva bû ku medyayên cîhanê yên wek New York Times û Roytêrz xizmeta operasiyona rewanî û şerrê medyayî yê siyonîstan dikin û bêyî ti belgeyekî derewan diweşînin û medyayên navçê û bi taybet yên Herêmê jî nûçeyên wan kopî dikin û di çarçoveya berjewendiyên siyonîstan tev digerin.

Ev şikesta operasiyona medyayî û îsbatbûna çendcarî ya derewên medyayên welatên rojavayî yên berevanê siyonîstan, dersek ji bo medyayên navçê û raya giştî ya navçê heye ku bi şik û guman guhê xwe bidine her çiya ku welatên rojavayî dibêjin û binê daynin ser viya ku îdiayên siyonîstan û berevanên wan ên medyayî derew in.

Serepeyv