Îlon 10, 2024 16:21 Asia/Tehran
  • Komkujiya dubare ya awareyên Filistînî ya li Xan Yûnisê bi piştgriya Amerîkayê hat kirin

Komên Filistînî êrişa dubare ya artêşa Rejîma Siyonîst ser konên awareyan li bajarê Xan Yûnisê li başûrê zîvala Xezeyê û kuştina hejmareke din ji awareyên filistînî bi piştevaniya Amerîka û di çarçoveya operasyonên jînosayd û ramalîna etnîkî dan zanîn.

Artêşa siyonîst li vê herêmê cinayeteke din a hovane li karnama  xwe  bi xwîn zêde kir.pênc mûşekan zêdetirî 20 konên awareyan li Xan Yûisê şewitandin.

Rêvebirê rêxistina alîkarî û rizgarkirinê ya zîvala Xezeyê ragihand ku di encama van êrişan de zêdetir ji 100 kes hatine kuştin an birîndar bûne. Eva li halekê de ye ku saziya  berevaniya bajêr li zîvala Xezeyê ragihand ku, dagirkerên siyonîst  bona êrişa ser konên awareyên  filistînî mûşekên giran bikar anîne.

Komîteyên berxwedanê yên Filistînê li daxûyaniyekê, tevî şermezarkirina cinayeta vê sibê ya  artêşa Siyonîst, tekez kirin ku ev komkujiya nû ya welatiyên filistînî cardinê derewbûna îdiaya Rejîma Siyonîst derheq hebûna navçeyên bi ewleh li Zîvala Xezeyê eşkere kir.

Her wiha Bereya gelanî  jibo  Rizgariya Filistînê jî ragihand ku ev cinayet encama piştevaniya rasterast a Amerîkayê ji rejîma cinayetkar a Îsraîlê û hevkariya hinek hikimdarên welatên erebî ye.

Vê cinayetê bertekên navneteweyî jî bi dû xwe re hebûn. 

 Nasir Kenanî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa hovane ya vê sibê ya Rejîma Siyonîst bi tundî şermezar kir û got: Rejîma terorîst a Îsraîlê bi êrişên xwe yên hovane  ser sivîlan li kampên awareyan nîşan da ku pabendî ti yek  ji pîvanên yasayî û navneteweyî û exlaqî û mirovî nîne.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê  jî êrişên Rejîma Siyonîst ser penaberên filistînî li başûrê Zîvala Xezeyê bi tundî şermezar kir û bi daxûyaniyekê ragihand ku kabîneya qirrker a Netanyahu cinayetên cengê yên nû kirine û divê li gor yasayên navneteweyîbersivê bide û were mehkemekirin.

Encumena peywendiyên Amerîkî-Îslamî, Yekîtiya Ewropa, nivîsgeha  Mafên Mirovan a NY  û Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî Xezeyê şermezar kirin.

Di dewama piştevaniya Waşîngtonê ji jînosayda li Xezayê de, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropî-Medîterrane ragihand ku Îsraîlê ji bo cinayeta li  Xan Yûnisê bombeyên 2000 pondî yên Amerîkî bikar aniye.

 

Serepeyv