Tebax 15, 2024 16:06 Asia/Tehran
  • Êrişên Rejîma Siyonîst ser herêmên curbicur ên Xezeyê

Wezaeta Tendrsutiyê ya Filistînê li zîvala Xezeyê ragehand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê rabûye 40 hezar û 5 kesî.

Êrişên artêşa rejîma siyonîst li 314-emîn roja şerê li Xezeyê, ser deverên curbicur ên Zîvala Xezeyê ji wna li bajarê Xan Yûnisê  berdewam bûn. Çavkaniyên pizîşkî  ragehandin  di encama  van cinayetan de  5 filistînî ji wan 3 zarok şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn . Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala  Xezeyê jî eşkere kir ku di encama  êrişên artêşa Îsraîlê di  24 sietên borî ser zîvala Xezeyê  40 kes şehîd bûne û 107 kes jî birîndar bûne.Nivîsgeha  ragihandinê ya hikûmetê li zîvala Xezeyê  di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber girtina deriyê Refehê di 100 rojên  edrbasbûyî de  hezar zarok, nexweş û birîndarên canê xwe ji dest dane. Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê  li Xezeyê her wiha ragihand ku Rejîma Siyonîst di heyama navborî depêşiya seferkirina 25 hezar nexweş û birîndaran ku xwestine  bo dermankirinê derbasî derveyî Zîvala Xezeyê bibin, girtiye. Vê nivîsgehê li daxûyaniyekê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 100 rojên derbasbûyî pêşiay derbaskirina her cure alîkariyan bo Zîvala Xezeyê û heta pêşiya derbasbûna şandên pizîşkî û tenduristiyê girtiye.

Şer û pevçûnên li Rexê rojava berdewam in. Rejîma dagirker vê sibê  bi xwefirekê  êrişî kampa Belatê li rojhilatê Nablosê kir û 2 ciwanên filistînî şehîd kirin û di vê cinaytê de  4 kes ji wan de jinek û zarokek birîndar bûn. Li başûrê El-Xelîlê jî 10 filistînî ji aliyê hêzên siyonîst ve hatin girtin.Rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve dest bi şerekî  bi xopan li dijî Zîvala Xezeyê kiriye ku di encamê de nêzîkî 40 hezar kes şehîd bûne, zêdetir ji 92 hezar kes birîndar bûne, 10 hezar kes  bê ser û şûn bûne û nêzîkî  2 milyon kes  ji xelkê vê navçeyê neçar mane koçber bibin. 

Ji xeynî viya, sedî 70  ji mal û binesaziyên Zîvala Xezeyê  bi giranî  wêran bûne û qeyrana giran a mirovî li gel xelayê jiyana xelkê ê deverê xestiey ber gef û metirsiyê Rejîma Siyonîst tevî hemû van cinayetanli xwe mikur hatiye ku  piştî derbasbûna zêdetir ji 10 mehan ji şer, heya niha nekariye armancên xwe yên ji vî şerî ku hema  jinavbirina Hemasê û vegerandina girtiyên siyonîst ji zîvala Xezeyê ye, pêk bîne.

 

Serepeyv