Nîsan 06, 2024 16:45 Asia/Tehran
  • Şehadeta 46 filistîniyan, di 24 sietan de şehî/ Li Xezeyê hejmara şehîdan rabû 33 hezar û 137 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro danê nîvro ragihand ku di dewama cinayetên siyonîstan li Xezeyê hejmara şehîdên gihîşt 33 hezar û 137 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa siyonîst di  dereqa 24 sietên daw derbasbûyî de  di 4 cinayetan de 46 welatiyên filistînî şehîd kirin û 65 kes jî birîndar kirin. bi hesabkirina van şehîdan, hejmara şehîdên filistînî ji destpêka êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser  zîvala Xezeyê ji roja 7`ê Cotmehê ve, gihîştiye 33 hezar û 137 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 75 hezar û 815 kesî.

Hevgav  çavkaniyeke ser bi berxwedana Filistînê îro ragihand ku  muakirên derbarê pêkanîna agirbesê li Xezeyê dê li Qahîreyê ji nû ve  dê bên destpê kirin. Şandeke Tevgera Hemasê ji bo ji nû ve destpêkirina muzakireyên derbarê pêkanîna agirbesê ber bi Qahîreyê ve diçe.Li gor nûçeyeke din, Seraya El-Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, derbarê îmhakirina tankeke Merkava ya Rejîma Siyonîst agahî da.

Seraya El-Quds îro şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku tankeke Merkava ya Rejîma Siyonîst li rojhilatê bajarê Dêr El-Belehê li navenda zîvala Xezeyê bi bombeya Saqibê hat sernixûnkirin.Pêştir jî Seraya el-Quds ragihandibû ku xwefireke Rejîma Siyonîst li bajarê Xan Yûnisê hatiye sernixûnkirin.

Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê îmhakirina 3 tirimbêlên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê agahî dan.

Hêzên Şehîd El-Qasim ragihand ku  3 tirimbêlên leşkerî yên siyonîstanîmha kirine.

Şirovekarê karûbarên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku tevgera Hemasê di şerê Bahoza El-Eqsayê de bi bikaranîna çekên sade destkevtên mezin bi dest xistine û ji aliyê din ve Rejîma Israîlê tevî hebûna alavên leşkerî yên pêşketî nekarî bigihe armancên xwe.

Kovara Foreign Affairs di nivîsarekê de bal kişandiye ser şikestinên Rejîma Siyonîst di heyama şeş mehên êrişa leşkerî ya mezin ser Xezeyê de û nivîsiye: Rejîma Israîlê hîna jî li zîvala Xezeyê  stratejiyeke bikêrhatî  tine ye.

 

Serepeyv