Adar 28, 2024 15:01 Asia/Tehran
  • NY: Piraniya nexweşxaneyên Xezeyê ji kar ketine

Li gorî rapora Nivsîgeha Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY herî kêm ji sê dudiyên nexweşxaneyên li Zîvala Xezeyê ji kar ketine.

 Nivsîgeha Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY di raporekê de hişyarî da ku ji 36 nexweşxaneyên li Zîvala Xezeyê herî kêm 24  ê wan ji kar ketine.Sîstema Tendrusutî û dermankirinê li zîvala Xezeyê ji ber berdewamiya şer û qedexeyên hatinûçûnê  di halê têkçûnê ye û ev rewş dibe sedem hejmareke zêde ji nexweşxaneyan ji kar bikvin.Li gorî lêkolîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ji tevahî 36 nexweşxaneyên li zîvala xezeyê, tenê li du nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê çalakiyeke herî kêm heye û 10 nexweşxane ji wan 4 nexweşxane li bakurê Xezeyê û 6 nexweşxane li başûrê Xezeyê, carnan dixebitin.Her wiha, Federasyona Navneteweyî ya Civakên Heyva Sor û Xaça Sor jî ragihandin ku pergala tenduristiyê li bakurê Zîvala Xezeyê bi giranî wêran bûye û li başûr li ber hilweşînê ye. Nivsîgeha Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY  derbarê rewşa sîstema tenduristiyê ya li Xezeyê de ragihand, rojê 16 zarokên  tûşî nexweşiya bedxwarekiyê li nexweşxaneya Kemal Edwan a Xezeyê tên razandin, ku ji ber nebûna xizmetguzariyanji dermankirinê mehrûm dibin.

Ji aliyêdin ve nexweşxaneya El-Şefa, zêdetirî 10 rojan e di bin dorpêçê de ye û hêzên Îsraîlî karmend û nexweşên vê nexweşxaneyê di avahiyeke  taybetî karûbarên mirovî te hewsî kirine. 

Hêzên Îsraîlî piştî ku ferman dan xebatkar û nexweşên Nexweşxaneya El Emal a li başûrê Xan Yûnisê ji nexweşxaneyê derkevin, bi axê deriyên nexweşxaneyê girtin.Rêxistina Cîhanî  ya Tendrustiyê hişyarî da ku tenha nexweşxaneyên ku li Xezeyê dixebitin  jî, ji bo domandina neştergeriyên girîng  îmakanata pêwîst tinene. 

Vê rêxistinê careke din banga agirbesa li Xezeyê, parastina jiyana sivîlan û beşa tenduristiyê li Xezeyê kir û her wiha got ku ew ji hemû aliyan dixwazin ku rêzê li   qanûnên navneteweyî bigirin.

Serepeyv