Çile 06, 2024 16:52 Asia/Tehran
  • 92-emîn roja Bahoza El-Eqsayê / Zêdebûna hejmara şehîdan Xezeyê û yekemîn berteka Hizbullahê li dijî terora El-Arûrî

Li dewama êrişên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê û bombebarana berdewam a vê navçê û bersiva tund a berxwedanê ji bo bêencamkirina êrişa bejayî ya dagirkeran, rewşa mirovî li Xezeyê her ku diçe xirabtir dibe. Nêzîkî milyonek û 900 hezar kes ji xelkê navçeyê aware bûne û rastî xela belavbûna nexweşîyên êpîdêmîk û enfeksiyonê û kêmasiya stargeh, av, xwarin û dermanan hatine.

 

Di 92-emîn roja êrişa siyonîstan ser zîvala Xezeyê de Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişa siyonîstan ser zîvala Xezeyê gihîştiye 22 hezar û 722 şehîdan û 58 hezar û 166 kes jî birîndar bûne.

Vê wezaretxaneyê diyar kir: Rejîma Siyonîst di 24 sietên borî de li zîvala Xezeyê, 12 komkujî li dijî malbatan pêk anîn ku di encamê de 122 kes şehîd û 256 kes birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandinê ya Xezeyê derbarê vekrinû derxistina hezar û 100 gorên li goristana El-Tefahê li rojhilatê Xezeyê û dizîna 150 cenazeyan ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve agahî da. 

 Topxaneyên Rejîma Siyonîst   jî  bi tundî kampên El Berîc û El-Mexazî li navenda zîvala Xezeyêgullebaran dike. Di encama bombebarana malên filistîniyan  li navenda zîvala Xezeyê de , 25 filistînî şehîd bûn û bi dehan  kes jî birîndar bûn.

Hêzên dagirker hewl didin derbasî nava navenda bajarê Xan Yûnisê bibin, lê bi berxwedana tund a komên filistînî ribûrû dibin.

Tabûrên  Qudsê  baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî  jî got: Li navçeya Meên a rojhilatê Xan Yûnisê bi hêzên dagirker re şerekî giran daye destpêkirin. 

Hevgav Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) derbarê rewşa aloz a zarokan li Zîvala Xezeyê hişyarî da.

Li gorî nûçeyeke din, berxwedana Îslamî ya Lubnanê vê sibê bi dehan mûşekan, êrişî  ser navenda îstixbarata artêşa Îsraîlê li bakurê Filistîna dagirbûyî kir.

Piştî vê êrişa bi roketan, medyayên Îsraîlê ragihandin ku zengilên xeterê li dean bajarokên  li  bakurê Filistîna dagirbûyî hatine lêxistin. 

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku berxwedana Îslamî ya Lubnanê bi 30 heta 40 mûşekan, êrişî navenda îstixbaratê ya  Mîronê li bakurê Filistîna dagirbûyî kiriye.

 

Serepeyv