Kanûn 14, 2023 16:40 Asia/Tehran
  • Xerc û navbira bazirganiya deryayî ya Îsraîlê çend qat zêdetir bûye

Li pey operasyona serkeftî û taybet a Artêşa Yemenê li dijî keştiyên Rejîma Siyonîst, medyayên vê rejîmê derbarê çend beranberbûna xerc û mesafeya bazirganiya deryayî ya Îsraîlê mukir hatine.

Artêşa Yemenê di hefteyên raborî da bi nîşaan piştevaniya ji berxwedana gelê Filistînê li Zîvala Xezeyê êrîşî ser çend keştiyên Rejîma Siyonîst li Deryaya Sor û Tengava Babul-Mendebê kiriye.

Medyayên siyonîstî di vî warî da ragihandine, Pêşîgirtina Artêşa Yemenê ji derbasbûna keştiyan ji Tengava Babul-mendebê tê wateya navbira 13 hezar kîlomitrî ya keştiyan ji bo gihîştina bo bendergehên Îsraîlê. Ev bûyer yanî derengiya çend hefteyî di radestkirina bar û kelûpelan bo Rejîma Siyonîst.

Di vî warî da, Rojnameya aborî ya Globs'ê ya Rejîma Siyonîst di raporekê da ragihand: Gellek kompaniyên keştîvaniyê û keştiyên rejîma dagirker ku berê xwe dane erdên dagirbûyî, rêyên xwe ber bi Afrîqayê va guherandine ku vê meseleyên 13 hezar kîlomitr li rêgeha wan zêde kiriye.

Medyayên Rejîma Siyonîst her wiha mukir hatin ku ji bilî zêdebûna navbirê, ev yek dê bibe sebeba sepandina xercên zêdetir ên deryageriyê û di encamê da zêdebûna bihayê van bar û kelûpelan.

Hêza Deryayî ya Yemenê pêştir hişyarî dabû ku operasyona leşkerî li dijî keştî û berjwendiyên dijmin heta wê demê ku destdirêjiyên wê ser Xezeyê û cinayetên wê li dijî gelê Filistînê neyên rawestandin, dê were domandin.

Serepeyv