Kanûn 08, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Êrişa berfireh ya leşkerên siyonîst ser rexê rojavaya çemê Urdinê

Balefirên cengê yênRejîma Siyonîst di sietên derbasbûyî de, cinayetên xwe yên herî nû li dijî xelkê sivîl ê filistînî pêk anîn.

Rojnameya Financial Timesê di raporekê  deragihandiye ku wêraniyên ku bombeyên Rejîma Siyonîst li navçeyên bakurê Zîvala Xezeyê  pêk anîne,  wekû wêraniyên  bajarên Almanyayê di şerê cîhanî yê duyem de ne.

Îro  xwefir û topxaneyên Rejîma Siyonîst bi awayekî berfirej navçeyên  curbicur ên zîvala Xezeyê ji bakurê vê zîvalê heta başûrê wê ane ber êrişan. 

 Di vê nvberê de  mizgeCt û navendên pizîşkî jî ketine ber êrişên Rejîma Siyonîst .

 Xwefirên Rejîma Siyonîst  vê sibê  êrişên xwe yên hovane li dijî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê dest pê kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa artêşa siyonîst ser kempa El-Farieyê yarexê rojavaya çemê Urdinê  6 filistînî biderba gulleyê hatin şehîdkirin.Tabûrên El-Qessam jî  wek berteka li hember kuştina xelkê sivîl Telavîv dan ber mûşekan  û ragihandin ku hêzên wan,  leşkerên Rêjîma Siyonîst ku xwe di avahiyê de veşartibûn ji nêzîk ve dane ber mûşekan ku di encama vê êrişê de  hejmarek ji leşkerên wan hatin kuştin.

Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ragihandiye ku hêzên wan li Xan Yûnis û Dêr El-Belehê bi hêzên dagirker re ketine pevçûnê  û ev pevçûn hîna jî berdewam in. 

 Berdevkê artêşa  Rejîma Siyonîst jî  kuştina 2 efserên artêşê li Xezeyê piştrast kiriye û bi vî awayî, hejmara kuştiyên artêşa Israîlê li Xezeyê gihîştiye 94 kesî. Pêştir jî hatibû ragihandin ku duh 10 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Serepeyv