Kanûn 08, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Mîtîng û kombûna piştevaniya ji Filistînê li Yemenê

Meşa gelê Seideyê li bakurê Yemenê ser navê - Emê piştgiriya xwe ji Xezeyê bidomînin û ji bo her bijardeyê amade ne- hat lidarxistin.

 

Xelkê Seideyê  di v meşê de bi ragihandina vê yekê ku  gefên Amerîka û Rejîma Israîlê me natirsînin, daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo pînekirina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê şermezar kirin.

Beşdarên vê meşê bi daxuyaniyekê piştgirî dan operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê li dijî dagirkerên siyonîst.

Di vê daxuyaniyê de hatiye:

Em pîrozbayiyê dibêjin hêzên çekdar ên Yemenê ji ber operasyonên wan  li dijî dagirkeran û destên wan digoşînin jibo berdewamiya piştgiriya  wan  ji gelê Filistînê heta rawestandina êrişên israîliyan .

Di vê daxûyaniyê de, her wiha qanûna sûczanîna bifermînaskirina rejîma Israîlê ku ji aliyê Mehdî El-Meşat, Serokê  Konseya Bilind a Siyasî ve hatiye dayîn, hatiye pêşewazîkirin.

Beşdarên vê meşê her wiha  bi ragihandina  vê yekê ku  gefên Amerîka û Îsraîlê me natirsînin, gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo pînekirina cinayetên siyonîstan derheq gelê Filistînê şermezar kirin.

 Welatiyên Tirkiyê jî bi lidarxistina  xwenîşandanekê li ber bendera Saryêrê ya Stenbolê, daxwaza bidawîkirina hevkariyên bi Rejîma Siyonîstî kirin.

Xwenîşanderan bi şermezarkirina êrişên berdewan ên vê rejîmê ser zîvala Xezeyê û piştevaniya ji gelê Filistînê, daxwaza rawestandina her cure danûstandinên bazirganî û siyasî bi  Rejîma dagirker a Îsraîlê kirin.

Di heman demê de li Tûnis, Misir, Lubnan û welatên din de, mîtînga  hevgirtina bi gelê Filistînê re hate lidarxistin.

Serepeyv